Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin

  • jin
  • 15:11 10 Adar 2019
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê, Komcivîna Jinan a Karkeran hat lidarxistin û ji gelek bajarên Tirkiyeyê jin beşdar bûn. Ji jinên kedkar Nûrten Karahanci, di komcivînê de axivî û got: “Na be ku rizgariya jinê ji rizgariya civakê cuda bê dest girtin.”
 
Jinên Kedkar (EKA), li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kar Petrol a li Altûnîzade, Komcivîna Jinan a Karkeran li dar xist. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê jin beşdarî komcivînê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê komcivînê destpê kir. Ji Jinên Kedkar Nûrten Karahanci axaftina vekirinê ya komcivînê kir. 
 
‘KAPITALÎZM AZADIYÊ BI JINAN NADE QEZENC KIRIN’
 
Karahanci, diyar kir ku kapîtalîzm êrîş hemû beşên li dijî xwe dike û wiha got: “Ji ber vê na be ku rizgariya jinê ji rizgariya civakê cuda bê dest girtin. Pergala kapîtalizmê, tu carî azadiyan bi jinan nade qezenc kirin. Encex bi bilind kirin a têkoşînê em karibin azadiya xwe bi dest bixin.” Karahanci, da zanîn ku pirsgirêkên heyî kûr û jiyanîne û got: “Çareseriya van pirsgirêkan jî ewqas bi kok û jiyaniye. Emê bi hevre vê pêvajoyê derbas bikin, biguherînin û veguherînin.”
 
Piştî axaftina vekirin, jinên beşdarî komcivînê bibû yek bi yek xwe dan nasandin. Dûre jinan yek bi yek mafê axaftinê girtin û ji bo pirsgirêkên dijîn, pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirin. Pişt re jî şanogerên ciwan, lîstika binavê Bekoder pêşkêş kirin.