Meclisa Jinan a HDP'ê: Emê li dijî tecridê têkoşînê bilind bikin

  • jin
  • 12:43 11 Kanûn 2018
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê, êrîşa polîsan a li dijî jinên bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ketibûn grevê, şermezar kirin. Jinan anîn ziman ku tecrid li dijî demokrasî û çareseriyê ye û wiha gotin: "Em jin li dijî tecrîdê tu carî serî natewînin û emê têkoşînê bilintir bikin." 
 
Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a lijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bêdem û bê dorveger di roja 34'an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ya bêdem û 10 roj dorveger jî di roja 15'an de li gelek girtîgehan berdewam dike. Aktîvîstên TJA li Amed, Wan û Êlihê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên Greva birçîbûnê û tecrîdê şermezar bikin duh ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Polîsan duh li Amed û Êlihê bi ser avahiyên HDP'ê de girtin. Li Amedê 25 aktîvîstên TJA, li Êlihê jî 29 aktîvîstên TJA binçav kirin. Îro serê sibê jî li Wanê bi ser avahiya HDP'ê de girtin û 14 jin binçav kirin. Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê êrîşa polîsan a li dijî jinên li dijî tecrîdê ketibûn grevê daxuyaniyek nivîskî dan. Meclîsa Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya jinan di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatiye li darxistin û di nav wan de Dayikên Aştiyê jî hene gelek jin di encma serdegtina avahiyên HDP'ê ku çalakî li wan di hat lidarxistin de hatine binçavkirin. Meclîsê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev bêhqûqiya li dijî daxwaza aştiyane ya jinan ku xwestin piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Gunven carekedin heqîqeta ku Leyla Guven a ev 34 roj  e di gerevê de ye hêza xwe jê digire li ber çavan radixe. Jinan da zanîn ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve hevdîtin nehatiye kirin û hevdîtina wî ya bi parêzer û bi malabta wî re bi awayê kêfî hatiye astengkirin. Meclisê wiha got: "Astengiya li hemberî demokratîkbûnê û çareseriyê tecrîd e. Heta ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe, ev bêhiqûqî bi her awayî neyê teşîrkirin mirov nikare li ser vê erdnîgariyê bahsa aştî û wekheviyê bike.  Em wekî jin û gelên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê tu carî serî natewînin û ji têkoşîna xwe gavê paşve navêjin.
 Bila hevrêyên me yên jin, dayikên aştiyê demildest serbest bên berdan. Qîrîna Leyla Guven ya ji girtîgehê li dijî tecrîdê bilind dibe, qîrîna jinan e! Berxwedana jinan wê polîtîkayên tecrîdê têk bibe"