Koma Meclîsa Jinan a HDP'ê: Emê li tijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin

  • jin
  • 12:34 11 Kanûn 2018
  • |
img

ENQERE - Koma Jinan a Parlamentoyê ya HDP'ê, operasyonên polîsan ên li dijî avahiyên HDP'ê yên Wan, Êlih û Amedê û binçavkirina aktîvîstên TJA yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn grevê, şermezar kirin. Koma Jinan a HDP'ê ya Meclîsê, diyar kirin ku tekoşîna wan dê bidome û wiha gotin: "Ji bo em tecrîda îmraliyê bişkînin em dê bibin yek û heta dawî têbikoşin. Em dê tilîlî û têkoşîna xwe bilind bikin. 

Koma Jinan a Parlamentoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca balê bikişînin ser binçavkirina aktîvîstên TJA û êrîşa li dijî avahiyên Wan, Êlih û Amedê li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anîn.  Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a lijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bêdem û bê dorveger di roja 34'an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ya bêdem û 10 roj dorveger jî di roja 15'an de li gelek girtîgehan berdewam dike. Aktîvîstên TJA li Amed, Wan û Êlihê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên Greva birçîbûnê û tecrîdê şermezar bikin duh ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Polîsan duh li Amed û Êlihê bi ser avahiyên HDP'ê de girtin. Li Amedê 25 aktîvîstên TJA, li Êlihê jî 29 aktîvîstên TJA binçav kirin. Îro serê sibê jî li Wanê bi ser avahiya HDP'ê de girtin û 14 jin binçav kirin. Koma Jinan a Parlamentoyê ya HDP'ê li Navenda Giştî daxuyanî da û binçavkirina jinên ketibûn grevê şermezar kirin. Parlamentera HDP'e ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, destnişan kir ku Guven ji bo daxwaza şexsî neketiye grevê û wiha got: “Leyla Guven ligel ku dîl hatiye girtin jî ne ji bo xwe ketiye grevê. Guven diyar ku ji bo dawî li şerê Tirkiye bê rêya çareseriyê Îmralî ye. Ji bo vê yekê jî divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û dest bi greva bêdem û bêdorveger kir. Ev ne daxwaza wê ya tekakesî ye. Ev qêrîna ji bo çareseriya ku 2,5 salin Tirkiye ketiye nava qeyranê ye. Banga çareseriyê ye. 
 
‘SEDEMA GRÊKA KOR A TIRKIYE TECRÎD E'  
 
Ayşe Acar Bajaran, da zanîn ku li şûna Guven wekî wekîlekê li meclîsê dengê xwe bilind bike û pirsgirêkan bîne ziman, îro 34 rojin li girtîgehê bi çalakiya greva birçîbûnê tîne ziman. Başaran wiha got: "Parêzer ji sala 2011'an ve nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Malbat ji sala 2016'an ve nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Tirkiye îro di milê aborî û siyasî de ketiye nava grêka kor. Sedema vê yekê ya sereke tecrîda mudlak a li Îmraliyê ye. Leyla Guven  bi vê çalakiya greva birçîbûnê dixwaze daxwazên xwe bi cîhanê re parve bike."  
 
‘SEMBOLA AŞTIYÊ ÇARIK KETIN BIN PIYAN'
 
Başaran, anî ziman ku polîsan bi ser avahiyên HDP'ê de girtin û di serdegirtina avahiyan de dema dayik binçav kirin çarikên spî ku remza aştiyê ye ketin bin piyan û wiha got: "Bi hovane bi ser avahiyên me yên bajaran de girtin. Çarikên spî ketin bin piyan. Dayikên Aştiyê di şerê 40 salan de yên herî zêde ketin bin bandorê ew in. Îktîdar dema diçe hilbijartinê rantê pêş dixe. Polîtikayên şer dike rant. Lê yên ji bo aştiyê dengê xwe bilind dikin binçav dikin û bi erdê re kaş dikin. Em carek din dubare dikin. Em jin yekem car rastî van êrîşan nayên. Jinan di salên 80’ê de rêveberiya faşîst a zindanan têk bir. Di salên 90’an de bi hezaran kes bi faîlên nediyar hatin qetilkirin. Lê me dîsa li ber xwe da. Me jinan bi rêxistin parastina xwe berdewam kir. Me jinan li dijî rêveberiya faşist li her derê cîhanê deng, qerîn û tilîliyên xwe bilind kirin.
 
Başaran, da zanîn ku pêvajoya çareseriyê dê bêhnê bide Tirkiye û wiha bi dawî kir:  “Em carek din îfade dikin. Daxawza Leyla Guven daxwaza gelê kurd tevî ye. Daxwaza gelê Tirkiyeyê ye. Bihindkirina vê daxwazê, şikandina tecrîda li Îmraliyê ye. Li dijî van êrîşên li dijî avahiyên me, emê bibin yek beden û dengê xwe bi hevre bilintir bikin. Emê li dijî tecrîdê tîlîlî û qerînen xwe bêtir bilind bikin. Ev rêya şer ne rê ye. Di 2,5 salên ku dema deriyên Îmraliyê vekirîe bû  gavên aştî û çareseriyê hatin avêtin. Di 3 salên dawî de jî piştî deriyên Îmraliyê hatin girtin şer dest pê kir. Me hemûyan ji vê yekê tecrube girt. Divê dawî li tecrîdê bînin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me tevan e. Em dê li her derê vê daxwazê bînin ziman. Yên ku difikirin bi êrîşan me têk bibin, bila li diroka tekoşîna jinê binerin. Emê têkoşînê xurttir bikin."