KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin

  • jin
  • 15:23 10 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Li gorî rapora meha Mijdarê ya KCDP’ê, zilaman 31 jin kuştin. Di raporê de hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê dinava 19 mehên dawî de 652 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. 
 
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha Mijdarê ya darbarê tundî û kuştinên jin û zarokan de amade kir, ji raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê dinava 19 mehên dawî de 652 jin, ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.
 
‘TUNDÎ KÊM NEBÛ’
 
Di rapora KCDP’ê de ev tişt hatin gotin: “Meşa jinan a 25’ê Mijdarê ya li Taksîmê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Walîtiyê bi tu awayekê peywira xwe ya parastina jinan bi cih ne anî û li dijî meşa jinan biryar derxist. Tundî li dijî jinên xwestin li hemberî tundiyê bimeşin kir. Bi vî awayî tundiya li dijî jinan zêdetir kir. 
 
DI MEHA MIJDARÊ DE 31 JIN HATIN KUŞTIN’
 
Di meha Mijdarê de 31 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. 27 jin rastî êrîşa zayendî hatin, lê di rastiyê de ev hejmar zêdetire. Dîsan tacîz û tecawîzên li dijî zarokan berdewam dikin. Ji ber ku zarok nayên parastin, îstîsmarên li dijî wan zêdetir dibin. Ev jî dibe sedem ku tundiya li ser zarokan zêdetir bibe.”