Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin

  • jin
  • 12:25 10 Kanûn 2018
  • |
img

AMED - Aktîvîstên TJA, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin a di roja 33'yemîn de berdewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa  E ya Amedê dabû destpêkirin a di roja 33'yemîn de berdewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.  22 aktîvîstên TJA li Amed û Wanê  ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 
 
‘TECRÎD  LI DIJÎ HEMÛ CIVAKÊ YE'
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, di çalakiya jinan a li avahiya HDP'ê ya Amedê pêk hat de axivî û wiha got: "Ji sala 1999'an ve tecrîdek girankirî li ser Ocalan dewam dike. Tecrîd li dijî hemû civakê ye. Emê heya dawiyê xwedî daxwazên Guven derbikevin. Daxwazên Guven daxwazên me ne. Em dixwazin dimildest tecrîd bê kirin. Heya tecrîd rabe, emê çalakiyên xwe berdewam bikin."
 
Piştî axaftina Tosun, jinan bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan, azadî" dest bi çalakiya greva biçîbûnê ya sê rojan kirin. 
 
WAN 
Li Wanê jî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa  Dayîkên Aştiyê bi heman armancê, li avahiya HDP'ê ya Wanê ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Aktîvîsa TJA Caziye Duman berî çalakiya greva birçîbûnê daxuyanî da û wiha got: "Ji bo aştî û demokrasiyê em bi Birêz Leyla Guven re ne û daxwazên wê daxwazên me ne. Têkoşîna Birêz Guven a li dijî tundiyê, di dil û mejiyê me de ye. Ji bo destekê bidin berxwedana Birêz Guven em dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin. Em berxwedana Birêz Guven ji vir silav dikin. Heta ku daxwazên wê bên qebûlkirin, çalakiyên me wê bidomin."
 
 
Jinan dûre pankarta "Leyla Guven mafdare, bila tecrîd rabe" vekirin û pêşmalkên wêneyê Guven li ser bûn li xwe kirin û dest bi alakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kirin.