Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in

  • jin
  • 09:07 10 Kanûn 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Girtiyê Girtîgeha Tekîrdagê Yusuf Candemîr ê 26 salî ku hêj 15 salî bû hat girtin, niha li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava koma duyemîn de ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Dayika Candemîr Zeydî Candemir, diyar kir ku ew li pişt çalakiya kurê xwe ye xwest rayedarên dewletê daxwazên wan bibhîzin û bibînin. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca dawî li tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 8'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya Guven a li dijî tecridkirina Ocalan di roja 33'an de berdewam dike. Piştre girtiyên PKK'ê û PAJK'ê jî di 27'ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de bi koma yekem dest bi greve kirin, koma deyem çalakî piştî 10 rojan dewrî koma duyem kirin. Di nava koma duyem de yek ji girtiyên siyasî Yusuf Candemir ê 26 sali ye. Candemir hêj 15 salî bû li navçeya Menemen a Îzmirê di sala 2011'an de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Candemir niha li Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 2 a Tekirdagê girtî ye. Candemîr, di nava koma duyemîn de tev li çalakiya grevê bûye. Danişîna Candemîr a biryarê dê di 19'ê kanûnê de bê dîtin. 
 
Dayik Zeyî Candemir, piştgirî da çalakiya kurê xwe û wiha got: "Dema Kurê min hat girtin hêj zarok bû. Dema hat girtin ji bo min gelek zor bû. Kurê min niha bi daxwaza 20 salan tê darizandin. Kurê min di nava çar dîwaran de mezin bû. Ew ji di koma duyemîn de ketiye grevê. Ez heta dawî li pişt çalakiya wî me. Yên ku dixwazin wî ji riya wî vegerîn, bila zanibin ku em ji rêya xwe venagerin. Gelek kesan ji bo vê têkoşînê can û ruhê xwe feda kirin. 
 
LI GIRTÎGEHAN ZILM HEYE
 
Candemir, anî ziman ku dozger û dadgerên ku kurê xwê darizandin tev ji doza FETO tên darizandin û niha girtî ne û wiha got: "Kurê min sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê kirin. Piştî kurê min sirgûn kirin zextên ji ser wî kêm nebûn. Gardiyanên girtîgehê her dem zextan li ser wî dikin. Dema gilî dikin midûr dibêje 'Ev gardiyan zarokên şehîdan in. Em nikarin tiştekî ji wan re bêjin. Vê hefteyê çûm ziyareta kurê xwe. Kurê min diyar kir ku li girtîgehê hemû zilma giran tê kirin. Kurê min Yusuf û hevalên xwe weki koma duyemîn 4 rojin di grevê de ne. Leyla Guven û hemû girtî li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê. Divê her kes bi wîcdanê xwe li çalakiya grevê binere. Divê her kes piştgiriyê bide vê çalakiyê. Divê em jî piştgiriyê bidin. Hikûmetê çav û guhê xwe girtiye. Divê dengê çalakgeran bibhîze. Ger ku dengê wan neyê bihîstin dê dest bi çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger bikin. Divê em tev bibin yek û dengê wan bêtir bilind bikin."