Li Amedê jinek hat kuştin

  • jin
  • 16:37 7 Kanûn 2018
  • |
img
AMED – Li Amedê Rojbin Yetîş ji aliyê hevjînê xwe Mahsun Yetîş ve bi kêrkirinê hat kuştin.  
 
Li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîra Amedê Rojbîn Yetîş (19) a dayika du zarokan duh bi şev ji aliyê hevjînê xwe Mahsun Yetîş ve hat kêrkirin û ew kuşt. Yetîş a rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Mahsun Yetîş hat binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Rojbîn Yetîş, bi şideta sîstematîk a Mahsun Yetîş re rû bi rû dima û xwestiye dev ji hev berdin.