Bi boneya daxuyaniyê ji xala 301'ê lêpirsîn dest pê kir

  • jin
  • 15:20 4 Kanûn 2018
  • |
img
MÊRDÎN - Serdozgeriya Kkomarê ya Mêrdînê der barê endama Platforma Jinan a Şahmeranê ya Mêrdînê Eylem Ergun de bi hêceta daxuyanî xwendiye ji xala 301'ê lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Li Dijî Jinê ya Navnetewî endamên Platfroma Jinan a Şahmeranê ya Mêrdînê li ser destûrdayîna Qeymeqamiya Artukluya Mêrdînê daxuyanî hatibû dayîn. Endama Platformê Eylem Ergun li ser navê platformê daxuyanî xwendibû. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê Ergun de bi hêceta daxuyanî xwendiye ji xala 301'ê lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hatiye destpêkirin.