Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin

  • jin
  • 16:11 3 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK, diyar kir ku dema endama meclîsa wan çû Şaxa TEM'ê ya Stenolê  îfade bide hat binçavkirin. 
 
Meclîsa Jinan a HDK'ê bi riya medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku endama Lijneya Rêveber a HDK'ê Benazir Coşkun, di çarçoveya lêpirsina li wê hatiye vekirin li gel parêzer çû Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polisan a Stenbolê. Meclîsê da zanîn ku endama wan Coşkun, dema çû TEM'ê li ser fermana dozger li TEM'ê hatiye binçavkirin.