Li stargehê bi cih bû lê tehdît xelas nebû

  • jin
  • 10:05 30 Mijdar 2018
  • |
img

ÎZMÎR – M.Ç. a ku bi salan rastî şideta sistematîk a zilamê pê re hat zewicandin tê her çiqas 2 meh berê çû stargehê jî lê dîsa rastî tehdîta zilam tê. M.Ç. ji bo jiyanek nû ji xwe re ava bike xwe amade dike biçe bajarek din û got: “Ez natirsim û bixwe bawerim. Bes bila jin destê hev bigirin.” 

 
Li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî 144 stargehên jinan hene. Her çiqas rêxistinên jinan van stargehan rexne dikin jî lê pirsgirêk li stargehan xelas nabe. M.Ç. jî yek ji jinên ku li Stargehê dimîne. M.Ç. a bi zilamê pê re hat zewicandin şideta sîstematîk dibîne. M.Ç. ewil çû emniyetê û pişt re wê li stargehê bicih kirin. Her çiqas M.Ç. li stargehê hatibe bicihkirin jî lê zilamê pê re zewiciye wê tehdît dike. 
 
M.Ç. wek gelek jinan tevî hemû şideta aborî, derûnî û fizikî jî dixwaze ku jixwe re jiyanek din ava bike. M.Ç. a ku li stargehê jiyana xwe îdame nekir li derve di karên cuda de dixebite û got: “Bi piranî agahiya mirina jinan dibihîzim. Niha jî dê agahiya mirina min pêk bê gelo?” M.Ç. diyar kir ku ew ê jiyanek nû bi destên xwe ava bike. 
 
DI 18 SALIYA XWE DE TÊ ZEWICANDIN 
 
M.Ç. li gundekî Eskîşehîrê hêj 18 saliye tê zewicandin û got hêj hineya bûkaniyê li destê wê bû hevjînê wê lê şidetê kir. M.Ç. da zanîn ku malbatê wê mehkûmî vê jiyanê kir û piştî zewacê jî diçe Îzmîrê û liv ir jî hevjînê wê her cûre şidetê lê dike. M.Ç. diyar kir ku ew bi salan di karên cuda de xebitî û hemû pereyê qezenc dikir hevjînê wê jê disitend û ji ber şideta lê dihat kirin diçû cem malbata xwe û hevjînê wê diçû zaroka wan direvand û dîsa neçar dima vedigeriya. 
 
'MIN FÊM KIR KU NIKARIM ŞIDETÊ RAGIRIM’ 
 
M.Ç. da zanîn ku êdî ew nikare li gel hevjînê xwe îdare bike û du meh berê ji mal derket û çû li stargehê bicih bû. M.Ç. anî ziman ku piştî hevjînê wê bihîst li stargehê dimîne dîsa tehdîtên xwe domand û ew xwe amade dike biçe bajarek din û jiyanek din ji xwe re bijêre û ava bike. M.Ç. got her çiqas ew li stargehê bû jî lê ewlehiya canê wî tune bû. 
 
'HEYETA PISPOR XWEST ZAROK LI GEL BAVÊ XWE BIMÎNE’ 
 
M.Ç. destnîşan kir ku her çiqas doza dev ji hev berdanê vekirin û dadgehê xwest zarok li gel bavê xwe bimîne jî lê zilam bi beyanên derew xwe mafdar derdixist. M.Ç. got heyeta pispor bi wê û zilam re hevdîtin kirin û heyetê guncav dît ku zarok li cem bavê xwe bimîne. 
 
'NATIRSIM' 
 
M.Ç. destnîşan kir ku tevî van hemû cureyên şidetê dê ji bo jiyankirinê li ber xwe bide û got: "Ez natirsim û bi xwe bawerim. Bes bila hemû jin destê hev bigirin, kes nikare şidetê bike û jin nayên kuştinê." 
 
MA / Nîmet Olmez