KA.DER dest bi ‘Akademiya Rêveberiyên Herêmî’ dike

  • jin
  • 15:16 16 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - KA.DER, berî hilbijartina herêmî, ji bo jinên bibin namzetên qedemeyên şaredariyan, dest bi bernameya perwerdê dike. Komele armanc dike ku di endamtaiya meclîsên şarederiyê û muxtaran de jî nûnertiya jinan zêdetir bikin.
 
Komeleya Piştevaniya Ronakbîrên Jin (KA.DER), berî hilbijartina herêmî ji bo jinên bibin namzetên qedemeyên şaredariyan, dest bi “Akademiya Rêvberiyên Herêmî” kir.  Perwerdeya ji bo jinên bibin namzetên serokên şaredariyan, endamên meclîsan û mûxtartiyan, dê di navbera 29 Mijdarê heya 2’yê Kanûnê berdewam bike. Bi tevlîbûna 150 bernamzetên jin, dê  ji bo 4 rojan li Antalya kamp bê lidarxistin.  
 
GERNAMEYA PERWERDÊ TENÊ JI BO JINAN E
 
KA.DER dê dibin van sernavan de perwerde bide: 
 
“*Mijara Rêveberiyên Herêmî
 
*Siyaset û Rêxistinbûna Herêmî
 
*Pêşketina kesayetê
 
*Rê û rêbazên bi bandor û ewlehî yên kampanyeyan 
 
*Zayendiya Civakî û Tevlîbûna Jinan a Siyasetê
 
*Tecrûbeyên xwe parvekirin
 
*Di dawiya perwerdê de, pêşkêşî.”   
 
Jinên ku dixwazin beşdarî bernameya perwerdê bibin, dikarin xwe li ser vê adrêsê  "ka-der.org.tr" bigihîn in KA.DER’ê.