Taşdemîr: Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin

  • jin
  • 10:44 16 Cotmeh 2018
  • |
img

ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku guhertina di pergala nefeqeyê de tê wateya destkeftiyên jinan ên hiqûqî tune bike û got: “Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin.” 

 
Di komxebata Wezareta Edaletê û Wezareta Polîkayên Malbat, Xebat û Civakî têkildarî sererastkirina pergala nefeqê hat rojevê. Ev her du wezaret dixwazin hin guhertinan di vê pergala nefeqeyê de bikin û dema wê bi sînor bikin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr polîtîkaya pergala nefeqeyê û polîtîkaya AKP’ê ya jinan nirxand. 
 
Taşdemîr diyar kir ku AKP bi “rejîma yek zilamî” re hemû civakê bike hedefa xwe û jin jî ji vê feraseta êrîşkar para xwe digire. Taşdemîr bal kişand ser ser siyaset û mîsyonan jinan a li dijî AKP’ê û got: “Têkoşîna jinan têkoşîna demokrasî û wekheviyê ye. Li cihê têkoşîna jinan hebe ew civak di warê guhertina civakî û zîhnî de şoreşa pêk tîne. Mekanîzmayên vê tê honandin.” 
 
‘VEGUHERTINA CIVAKÎ KIRIN E HEDEFA XWE’ 
 
Taşdemîr anî ziman ku jin û veguhertinên xwe tên hedefkirin û got: “Ewil li dijî tarza jinan a jiyanê mudaxeleyan dest pê kir. Rayedarên AKP’ê van mudaxeleyan li her deverê destek dikin. Dixwazin di nava civakê de rewa bikin. Bi vê yekê re li dijî jinan tundiyê jî dest pê kir. Asta vê tundiyê derket asta hovîtiyê. Bi temamî dixwazin bi hişmendî vê ferasete bixin meriyete.” 
 
‘DIXWAZIN TÊKOŞÎNA JINAN ASTENG BIKIN’ 
 
Taşdemîr da zanîn ku AKP bi avakirina saziyên alternatîf dixwaze têkoşîna jinan têk bibe û wiha dewam kir: “Bi pirsgirêkên rastîn re eleqedar nabin. Polîtîkayên newekheviyê ku kûr dikin hildiberînin. Her ku biçe dê navê jinan ji nav vê wezaretê derxin. Dê navê jinan paqij bikin. Em bi mekanîzmayek ku dê navê tune bike û pirsgirêkê jinan nîqaş nake re hevrû bimînin. Mekînazmayên wan ên Meclîsê jî wisa ne. Ev saziyên heyî yên jinan ji bo têkoşîna jinan pûç bikin dixebitin.” 
 
‘MEXDURIYETA JINAN BÊQÎMET DIKIN’ 
 
Taşdemîr destnîşan kir ku ev her du wezaret ji bo pirsgirêkên jinan ên aborî, polîtîk, tundî û komkujiyê ji rojevê derxe niha jî sererastkirina nefeqeyê anîne rojevê û wiha got: “AKP bi hemû hêza xwe dixwaze vîna jinan bişkêne û hemû destkeftiyên wan desteser bike. Polîtîkaya wan polîtîkaya hepskirina jinan a li malan e. Mafê nefeqeya xizantiyê mafek hiqûqî ye. Helbet herî zêde jin ji vê sûd werdigirin. Dixwazin jinan ji her qadê mehkûm bikim û qadên jinan ên jiyana civakî û xebatê jî asteng dikin. Dixwazin bi vê sererastkirinê mafê nefeqeya xizaniyê ji holê rakin. Dixwazin her ku biçe jinan li her qadê mexdûr bikin. Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin û êdî bi çavek girîng lê nanêrin.” 
 
MA / Dîren Yurtsever