'Sedema cînayetên jinan bêceza hiştin e'

  • jin
  • 09:03 15 Cotmeh 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Li gorî daneyên KCDP'ê di îlonê de 45 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Prz. Sîbel Onder, bal kişand ser cînayetên jinan û diyar kir ku sedema herî mezin a zêdebûna kuştina jinan bê ceza hiştin e. Onder xwest tebîren parastinê bên girtin. 

 
Li Tirkiye her roj jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Gelek jin û zarok rastî tacîz û destdirêjiya mêran tên. Mêrên ku jinê dikujin û tacîz dikin, gelek jê rastî cezayê hindik tên û serbest tên berdan. Li gorî daneyên Platforma Em dê Cînayetên li Dijî Jinan Rawestînin (KCDP), di meha îlonê de 45 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Li gel vê hêjmara mezin Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî pêşniyara Efoya sucdarên edlî anî rojevê. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê yekê zêde dibin. Parêzer Sibel Onder, bal kişand ser cînayetên li dijî jinan û polîtikaya hikûmetê. Onder, diyar kir ku sedema herî mezin a zêdebûna kuştina jinan bê ceza hiştin e û xwest tebîren parastinê bên girtin. Prz. Sîbel Onder, diyar kir ku di nava dozê şopandine de, doza herî zêde tê zanîn doza nexweşa pençeşêrê ya Sîbel Çelîk ku ji aliyê hevalê xwe ve hat kuştin e û wiha got: "Kesê Çelîk kuşt niha fîrar e. li gorî îxbarên gihiştin destê me kujer niha li Almanya ye. Me ev rewş bi dadgehê re parve kir. Em li bendê ne ku bersûc îadeyî Tirkiye bikin. Dîsa ez gelek dozên din jî dişopînin. Ruya Polat, ji aliyê hevserê xwe yê bi destûr ji girtîgehê derket hat kuştin. Di darizandinê de ji bo bersûc biryara beraetê hat dayîn. Bersûc delîl avêtin bahrê. Di kameraya keştiyê de ev yer diyar e. Lê tevî vê yekê dîsa biryara beraetê da. Me dosya bir dadgeha bilind. Di cînayeta Esra Guven a li Balikesirê hat kuştin jî, Esra piştî hevjinê xwe berda, hevjînê wê bi hinceta dê zarokê xwe bibîne diçû malê. Her ku diçû malê bi hevsera xwe re hiqaş dikir. Dayika Guven vê tundiya li ser keça xwe bi telefonê qeyd dike. herî dawî dema hevsere wê tê malê Esra bi lêdanê qetil dike. Dadgehê cezayê muebbeta giran da, lê dosya li istinafê ye." 
 
‘JI BO PARASTINA LI DIJÎ TUNDIYÊ TEDBÎRÊN MEZIN DIVÊ'
 
Onder, zimanê medya jî rexne kir û da zanîn ku medya kuştina jinan bi zimanekî magazîn dide û wiha got: "Di bultenen nûçeyan de ev nûçe tenê 15 saniye ye. Ji bo rê li pêş cînayetên jinan bigirin divê di rojevê de bê hiştin. Dema em li nûçeyên kuştina jinan dinerin, rêbaz û şeklê kuştina jinan derdikeve pêşberî me. Li şûna vê yekê divê nûçeyên ku bersûcan ji suc dûr bixe bê nivîsandin. Sedema îstîsmar û cînayetên jinan bê cehaz hiştin e. Ger ku bersûc bê cezakirin û rastî cezayekî giran bê dê van sûcan neke. Divê tedbîrên parastinê û mayinde bên girtin. Jinên ku rastî tundiyê tên divê karibin xwe bigînin mercên edlî. Ya din divê tundî tenê wekî êrişa fîzîkî neyê destgirtin. tundiya zayendî, tuniya derûnî, tundiya aborî û civakî jî divê li ber çavan bê girtin. Jinên ku rasti tundiyê hatin jî divê hem rapora tenduristiyê bistînin û hem jî bi wêneyan bikin belge û delilan biparêzin." 
 
DIVÊ WEKHEVIYA ZAYENDÎ ESAS BÊ GIRTIN
 
Onder, bal kişand ser kodê ku ji bo jin û mêr di nava civakê de jî tê avakirin û xwest zayenda mêr û jinê di nava civakê de wek hev bê dîtin û destgirtin. Onder xwest di her qadê û di her şertî de jin û mêr wek hev bên dîtin û mafê wan ê wekheviyê li her derê bê parastin. Onder, herî dawî anî ziman ku krîza aborî jî tundiyê zêde dike. 
 
MA / Ayşe Surme - Nimet Olmez