Serokê Baroyê: Biryara Feray Şahîn, wijdana civakê rehet nekir

  • jin
  • 13:59 19 Îlon 2018
  • |
img
MÊRSÎN - Serokê Baroya Mêrsînê parêzer Bîlgîn Yeşîlbogaz, bertek nîşanî cezayê kêm dayîna bersûsê Feray Şahîn Fatîh Burak A yê polîs û got: “Biryara hat dayîn wijdana civakê û malbatê rehet nekir.”
 
Di danişîna doza xwendekara 23 salî Feray Şahîn a li Mêrsînê, ji aliyê Fatîh Burak A yê polîs ve li mala xwe hat kuştin de, ji bo bersûc Fatîh bi îdîaya “Bi zanebûn kuştinê” 5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Serokê Baroya Mêrsînê Parêzer Bîlgîn Yeşilbogaz, bertek nîşanî biryarê da û got: “Vê biryarê wijdana civakê hîn zêdetir bi birîn kir. 
 
'BI VÊ BIRYARÊ NIKARÎN PÊŞIYA BÛYERÊN WIHA BIGIRIN' 
 
Prz. Yeşîlbogaz, ê weke çavdêr beşdarî danişînê bû, biryara hat dayîn wiha nirxand: “Malbata keça xwe ya bi tenê winda kirin, êşa wan zêdetir bû. Vê biryarê wijdan civak û malbatê rehet nekir. Malbat dê tu carî vê yekê qebûl neke. Di pergala hiqûqî de, bêedaletiyek din hat jiyîn. A ku hat kuştin jinek bû û dîsan kuştina jinekê ket rojevê. Heya ku biryarên wiha bên dayîn, dê kes nekare pêşiya bûyerên wiha bigire. Ez hêvîdarim di pêvajoya îstîanfê de rastî pêk were û edalet cihê xwe bibîne. Divê biryarek dilê malbat û wijdana civakê rehet bike, bê dayîn.”