Meclisa Jinan a HDP'ê dest bi hamleya rêxistinê dikin

  • jin
  • 09:05 15 Îlon 2018
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê piştî civîn pêk anîn, dest bi hamleya rêxistinê dikin. 

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî civînên xwe pêk anîn dest bi hamleya rêxistinbûnê dikin. Meclisa Jinan a HDP'ê beriya hilbijartinên Herêmî dest xebat û rêxistinbûnê dikin. Jinan di çarçoveya amadekariya hilbijartinê de ewil civîna Meclîsa Jinan, Koma Wekîlên Jin û Hevserokên Bajaran ên Jin pêk anîn. Meclîsa jinan encama hilbijartina 24'ê Hezîranê û amadekariyên hilbijartinên herêmî yên li pêş nirxandin. Meclîsa Jinan a HDP'ê, êrîşên li dijî nirx û destkeftiyên jinan, jinên siyasetmedar ên girtî, tayînkirina qeyûman a li şûna jinan, tevlêbûna jinê ya siyasetê nirxandin. Meclîsa Jinan, ji bo van êrîş, zext û tundiya li ser jinan bi dawî bike armanc dike ku di serî de xwe li herêmê bi rêxistin bike. Jinên ku armanc dike xwe li herêmê bi rêxistin bikin, hilbijartinên herêmî ji bo birêxistinbûnê wekî pêvajoyek girîng dîtin. Jin armanc dikin ku beriya hilbijartinê hamleya birêxistinkirinê bidin destpêkirin, 
 
Jinan di civînan de diyar kirin ku xeta têkoşîna polîtîk bi xurtkirina tora herêmî girîng e û têkoşîna rêxistinkirina herêmê wekî hamleyek girîng digirin dest. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, bal kişand ser rêxistinkirina herêmî î û wiha got: "Me di civînan de ji bo destkeftiyên jinan dîsa paşve bistînin û jinan li herêmê dîsa bi rêxistin bikin û tekoşîna wan xurt bikin niqaşên fireh meşandin. Dîsa hilbijartinên rêveberiyên herêmî yek ji rojevên me yên sereke ne. Em dê li herêmê vê polîtîkayê çawa bi rêxistin bikin. Pirsgirêkên ku jin li herêmê dijîn û çareseriya wan yek ji rojeva me ya sereke ye. Em dixwazin siyaseta demokratîk, tevlêbûna xurt û herêmî xurt bikin. Em dixwazin jinan tev li xebatan û siyasetê bikin û wan li herêmê bi rêxistin bikin." 
 
Taşdemîr, anî ziman ku rêveberiyên herêmî ji bo destkeftiyên jinan û rêxistinbûna jinan girîng e û wiha got: "Em hilbijartinên herêmî wekî parastina nirxên herêmê û xwedî derketina demokrasiyê pênase dikin. Em dixwazin jin li qada ku lê dijî xwe tev lê bike. Kolan, mal, tax, bajar û herêma xwe bi xwe bi rêve bibe û di nava rêveberiyê de cihê xwe bigire. Em dixwazin rêveberiya herêmî ji hişmendiya zilam xelas bikin. Ji ber vê yekê tevlêbûna jinê giring e." 
 
Taşdemîr, anî ziman ku li pêş wan gelek bername heye û ji bo vê yekê têxin meriyetê dê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. 
 
 
MA / Dîren Yurtsever