Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Îran dest ji sûcê mirovahiyê ber de

  • jin
  • 11:49 9 Îlon 2018
  • |
img
ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê, derbarê darvekirinên aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Muradî û pismamê Zanyar Luqman Muradî de  daxuyanî da û got: “Darvekirin sûcê mirovahiyê û divê rejîma Îranê demildest dest ji van kiryarên xwe yên sûcê mirovahiyê ber de.” 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê darvekirinên aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Muradî û pismamê Zanyar Luqman Muradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Meclîsa Jinan di daxuyaniya da de wiha got: “Îran a ji bo rejîma xwe ya paşverû bi hêz bike û mûxalefeta li dijî xwe biçewisîne di serî li darvekirinan dide, ji hêla cezayên darvekirin û pêkanîna wan ve veguheriye erdnîgariyeke hovîtiyê. Lê belê divê bê zanîn ku ev rêbaza hovane ya rejîma Îran serî lê dide, di serîde gelê Kurd, wê hêrsa gelên bindest li hemberî rejîmê kêm neke. Vê demê sûcên mirovahiyê herî zêde li dijî jinan tên kirin. Herî zêde jin li dijî kirinên van sûcên li dijî mirovahiyê derdikevin.”
 
‘DARVEKIRIN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe ev tişt gotin: “Di serî de peymana mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevpeymana mafê mirovan a Ewropayê tevahiya belge û hevpeymanên xwedî otorîteya navneteweyî ne, bi eşkere diyar kirine ku darvekirin weke cezayekî nikare bê pêkanîn lewma ev dibe pinpêkirina mafê mirovahiyê. Di serî de NY, li dijî vê hovîtiya rejîma Îranê ya li hemberî mixalîfên Kurd pêk tîne, deynê tevahiya sazî û dezgehên navneteweyî ne ku bikevin tevgerê. Darvekirin sûcê mirovahiyê ye, divê rejîma Îranê demildest dawî li van kiryarên xwe yên sûcên mirovahiyê bîne."