Songula bi zarokatî bi zorê hat zewicandin ji bo jiyaneke nû têdikoşe

  • jin
  • 09:11 9 Îlon 2018
  • |
img
ÎZMÎR – Songul Polat ku di zarokatiya wê de malbata wê bi zorê ew zewicand û di dema zewicandinê de tim şidet lê hatin kirin, ji roja ku hatiye xapandin ji bo xwe bi xwe bijî têdikoşe. Polat, bang li hemû jinan kir ku xwe li bêdengiyê daneynin û got: "Bila tiştên li wan tên kirin qebûl nekin. Bila nebêjin zaarokên me hene û nebêjin dê mala min bela bibe." 
 
Li Îzmîrê Songula Polat a 24 salî ku 7 sal berê malbata wê bi zorê ew zewicand, berên ku dema zewicandî bû li malê çêdikirin difirot û li malan li zarokan dinerî. Lê belê pereyê ku bi dest dixist hevjînê wê dest datanî ser. Polata ku ji ber hevjînê xwe nikaribû tev bigere. Polat dema dizewice hevjînê wê şidetê lê dike û di 7 salên zewaca xwe de du caran ducanî dibe, lê belê zarok ji ber diçin. 
 
Polat, 6 meh berê ji serê xwe emeliyat dibe û piştî demekê hîn dibe ku tam sê salan hevjînê wê ew bi yeke din xapandiye. Piştî Polat hay ji vê rewşê çêdibe, dev ji malê ber dide  û diçe cem mala xwe. Polat ji bo dev ji hevjînê xwe berdide alîkariyê ji baroyê dixwaze, lê belê ji ber baro alşkariyê nadê, bi derfetên xwe parêzer digire. 
 
JI BO NAFAQAYÊ NEDE GEFAN DIXWE 
 
Polat got: "Bi israr dibêje 'doza nafaqayê li min neke, ez ê de berdim.' Min jî got ez ê nafaqayê bistînim. Min parêzer girt. Ez hatim mexdûrkirin û tu dahateke min tune ye. Ji ber tenduristiya xwe nikarim bxiebitim. 6 meh berê ji serê xwe emeliyat bûm. Û di rewşeke herî zehmet de ji paş ve derbe li min xist." 
 
Polat, bilêv kir ku ew tiştên hatine kirin qebûl nake û got: "Çûm cem hevjînê xwe min got 'eger di jiyana te de keseke din hebe, em dev ji hev berdin.' Lê heqaretên mezin li min kirin. Got, tu tişt tun ye. Lê piştî hay jê çêbûm, min ev rewş qebûl nekir. Dizanim niha pêvajoyeke zehmet li benda min e. Dê dadgehkirin dirêj bajo. Xwazî bila 6 sal dewam bike. Ez ê dev ji biryara xwe bernedim." 
 
'EZ Ê BIBIM DENGÊ JINÊN MEXDÛR' 
 
Polat, destnîşan kir ku divê jin di rewşên wisa de xwe li bêdengiyê daneynin û divê hay ji mafên xwe yên qanûnî hebin. Polat, anî ziman ji bo mafê xwe bi dest bixe têkoşiyaye û got: "Divê jin tiştên li wan tên kirin qebûl nekin. Bila xwe li bêdengiyê daneynin. Bila nebêjin zarokên min hene, dê mala min bela bibe. Eger hûn hatibin xapandin û şidet li we hatibe kirin, ji xwe dê ew mal xwe bi xwe xera bibe. Eger jin tênekoşe, dê tim şidet lê bê kirin. Tu jin ne êsîra mêr e. Ez ê bibim dengê hemû jinên mexdûr. Heta ji dest min bê ez ê destekê bidim wan. Ji niha û pêve ez ê li ser piyê xwe bisekinim. Ji bo bibim xwedî pîşeyek ez ê bixwînim û tim bitêkoşim." 
 
MA / Ayşe Surme - Nimet Olmez