Li Nexweşxaneya Nisêbînê neheqiya zayentîperest li jina penaber kirin

  • jin
  • 12:27 7 Îlon 2018
  • |
img
MÊRDÎN - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Pisporê Welidandina Jinan H.K., li jina ducanî ya penaber ku ji Sûriye hatiye neheqî kir û got: “Hûn ji Sûriye direvin tên vir û hûn xwe ducanî dikin" Serhekîm ê bi jina ducanî re niqaş kir, jina penaber sucdar kir. 
 
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ya Mêrdînê, Pisporê Welidandinê ya Jinan H.K, neheqiyên zayendîperest li jina ducanî kir. Li gorî agahiyan 2 meh berê di welidandinekê de zarokekê jiyana xwe ji dest da. Malbata pitikê diyar kir ku ji ber sersariyê pitika wan jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê lêpirsîn hat destpêkirin. Li ser vê yekê bijîşkê pisporê welidandina jinê ji erka xwe îstîfa kir. 2 mehan li nexweşxaneye pisporê welidînê nebû. Jinên ji bo dermankirinê hatin nexweşxaneyê arasteyî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin kirin. Hat zanîn ku lêpirsîn hêj berdewam dike. Pirporê Welidîna Jinê H.K., ji bo demborî li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hat erkdarkirin û dest bi kar kir. 
 
'HÛN XWE DUCANÎ DIHÊLIN'
 
Piştî H.K. li nexweşxaneye dest bi kar kir, di 4'ê ÎLonê de jina penaber a Sûriyeyî çû nexweşxaneyê ku muayine bibe. Ji ber jina penaber tirkî nizanîbû, tercûman çû odeya muayineyê. Di vê navberê de di navbera bijîşk H.K., û jina ducanî di niqaş derket. Di niqaşê de bijîşk H.K. ji jina ducanî re got “Hûn ji Sûriye tên vir û li vir xwe ducanî dihêlin." û neheqiyên zayendî li jina ducanî kir. Li ser vê yekê jina ducanî diyar kir ku ew tenê ji bo zayenda zarokê xwe fêr bibe hatiye nexweşxaneyê. Bijîşk jî dîsa bersîva “Wê demê piştî zaroka te çê bibe tu dê zayendê fêr bibe." 
 
BIJÎŞK JIN SUCDAR KIR
 
Serhekîmiya Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbênê diyar kir ku wan bi bijîşk H.K. re hevdîtin kiriye û H.K jî xwe parastiye ku jina ducanî neheqî li wî kiriye.