Di meha Tebaxê 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin

  • jin
  • 13:46 5 Îlon 2018
  • |
img

ENQERE - Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, diyar kir ku di meha Tebaxê de 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. 

Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiya li dijî jinan a meha Tabaxê aşkere kir. Di raporê de, hat diyar kirin ku 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin, tecawîza li dijî zarokan û tundiya zayendî berdewam dikin. 
 
Di rapora hat aşkere kirin de wiha hat gotin: “Li gorî meha Tîrmehê, di meha Tabaxê de kuştinên jinan zêdetir bûye. Ji 41 jinên hatin kuştin, 15 jê gumanbarin, sedama kuştina 13 jinan nehat tespîtkirin, 5 jinan jî, dema xwestine derbarê jiyana xwede biryarên nû bidin hatin kuştin, 6 jê bi hincetên aboriyê hatin kuştin, 1 jê ji ber ku xwestiye ew û hevjînê xwe ji hev veqetin hatiye kuştin û jinek din jî, ji ber xwestiye bi hevjînê xwe re li hev werin hatiye kuştin. 
 
KÎ/kê JINAN DIKUJE ?
 
Ji sedî 45’ê jinan bi çekan hatin kuştin û hat tespîtkirin ku jin ji aliyê kî/kê ve tên kuştin. Ji sedî 40 kuştin jinan ji aliyê kî/kê ve pêk hatine ne diyarin.  Ji sedî 25 jê jin ji aliyê zilamên wan nas dikin ve hatin kuştin. Ji sedî 13 jê jin ji aliyê xizmên xwe, ji sedî 8 aliyê bav û kurê xwe ve, ji sedî 2 jê ji aliyê zilamên wan nas dikin, hevalên xwe yên zilam û nevisiyên xwe ve hatin kuştin.” 
 
DI MEHA TEBAXÊ DE LI STENBOLÊ 8 JIN HATIN KUŞTIN 
 
Di meha tebaxê de herî zêde jin li Stenbolê hatin kuştin. Herî kêm 8 jin li Stenbolê hatin kuştin. Piştî Stenbolê, Semsûr û Riha tên. 
 
2 JINÊN TRANS HATIN KUŞTIN 
 
Dinava hefteyeke Tebaxê de 2 jinên trans ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. 
 
TECAWIZÊN ZAROKAN DIDOMIN 
 
Di meha Tebaxê de 22 jin rastî êrîşa zayendî hatin û 37 zarok jî rastî îstîsmarê hatin. Heya ku kuştinên jinan neyê tespît kirin, darizandinek adîlane pêş nekeve û bersûc neyên ceza kirin, dê berdewam bikin. Ji bo kuştin, tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan bi dawî bibe, divê edalet bê cih.”