Bîlgîn: Hikûmet armanc dike jinê di malê de hepis bike

  • jin
  • 10:08 3 Îlon 2018
  • |
img
AMED - Rêvebera KCD'ê ya Amedê û aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, têkildarî destdirêjî û tundiya li ser jinan diyar kir ku rayedarên hikumetê her roj zimanê tundiyê pêş dixin û jinan dike hedef. Bîlgîn, destnîşan kir ku hikûmet bi rêbazên tundiyê dixwaze hemû destkeftiyên jinê desteser bike û jinê di malê de hepis bike. 
 
Rêvebera Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, têkildarî nêzîkatiya hikumetê ya li hember jinan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bal kişand ser polîtîkayên zayendperest yên AKP'ê. Bîlgîn diyar kir ku hikumet bi polîtîkayên ku diafirîne zimanê şîdeta li hember jinê pêş dixe û bi van polîtîkayan jinan dike hedef û wiha got: “Yên ku herî zêde dikevin bin bandora şer jin û zarok in. Niha li Tirkiye her roj şer pêş dikeve. Kaos pêş dikeve. Krîza aborî di asta herî jor de ye. Jin para xwe ji her tiştê neyînî digirin. Rayedarên hikumetê her dem zimanê tundiyê pêş dixin û jinan dikin hedef. Jina siyasetmedar, jina bi dengê bilind dikene, jina serbest li xwe dike, serbest li devre digere û karê serbesd dike tevan dike hedef."  
 
'DEWLET ARMANC DIKE JINÊ DI MALÊ DE HEPIS BIKE'
 
Bîlgîn, destnîşan kir ku dewlet naxwaze jin din ava civakê de bibe xwedî vîn û wiha berdewam kir: "Dema mirov betalî, krîza aborî, zagonên şaş, polîtîkayên kûrkirina şer, polîtîkayên perwerde û tenduristiyê yên şaş bîne ber hev, tev tundiya li ser jinê zêde dike. Di demek wisa de mêrê desthilatdar dixwaze hemû mafê jinê yê siyasî, aborî û civakî ji destê wê bigere û wê di malê de hepis bike. Ev tundiyê kûrtir dike. Rayederekî hikûmetê li ser navê jinê dikare biryarê bide ku çend zarokan bîne. Vîna jinê ji destê wê digirin. Mehkûmî jiyana malê û bêdengiyê dikin. Li aliyekî tundî zêde dibe, li aliyê din berpirsiyarê tundiyê nayên cezakirin. Ev bêtir rê li pêş tundiyê vedike." 
 
'JIN BI HER AWAYÎ RASTÎ TUNTIYÊ TÊN'
 
Bîlgîn, da zanîn ku hemû cureyên tundiya li ser jinan tê pêşxistin, girêdayî hişmendiya mêrê desthilatdar e û wiha bi dnawî kir: "Jin rastî gelek awayê tundiyê tê. Jin rastî tundiya derûnî, aborî, fîzîkî û her awayî tê. Mêrê dikeve krîza aborî li ser jin û zarokên xwe tundiyê pêş dixe. Divê berî her tiştî civak di perwerdehiya zayendiya civakî re derbas bibe. Rayedarên hikûmetê newekhevîya zayendî raste rast diparêze. Desthilatdraiya mêr rewa dike û dispêre olê îslamê. Li dijî vê hişmendiyê perwerdehiyek esasî pêwist e. Divê li dijî hişmeniya ku hemû cureyên tundiyê li ser jinê rewa dibîne perwerdehiyek esasî bê destpêkirin. Li gori hişmendiya îktîdarê jina baş, dayika baş zarokên baş ew kesên ku li dijî tundiyê bêdeng bin û di malê de bin. Li aliyê din di nava civakê de bêehleqiyê kûr û belav dikin. Li dijî vê yekê divê hişmendiya mêrperest û zayendîparêz bê guhertin. Divê zilam li gorî wekheviya jin û mêr û feraseta xwe biguherîne."