Taşdemîr: Em ê di hilbijartina herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin

  • jin
  • 09:00 2 Îlon 2018
  • |
img
ENQERE -  Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, bilêv kir ku ew bi ruhê seferberiyê amadekariyên hilbijartina herêmî dikin û got: "Em jin ji bo destkeftiyên xwe yên ku tevî hemû çewisandinên dewletê me bi dest xistin dîsa bi dest bixin, em hilbijartinên herêmî wekî firsendekî dinirxînin." 
 
Dê sibê Meclîsa Jina ya HDP'ê li Navenda Giştî bi hevserokên jin re civînekê çêbike. Dê hevserokên jin krîza aborî û krîza siyasî binirxînin. Her wiha dê di civînê de rêxistinênbûyîna jinan û qadên rêxistinbûyînê yên nû bên nîqaşkirin. Tevî vê di civînê de ji bo hilbijartina herêmî plansazî û nexşerê bê diyarkirin. Beriya civînê Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'EM Ê BI JINAN TÊKOŞÎNÊ MEZINTR BIKIN' 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku êdî dirûşmeya ku bi salan e tê gotin "li hemberî faşîzmê mil bidin milê hevdu" xwe li wan ferz kiriye û got: "Çawa em HDP bi hemû derdorên muxalif; karker, kedkar, jin û baweriyên cuda re qada têkoşîneke hevpar diafirîne, em ê wekî Meclîsa Jina ya HDP'ê vê têkoşînê bi jinan mezintir û xurtir bikin." 
 
'EM Ê LI HER QADÊ BIN' 
 
Taşdemîr, diyar kir ku hem krîza rejîmê hem jî krîza aborî pêşî wan hedef digire û herî zêde tesîrê li wan dike û got: "Lê belê li hemberî vê em jin em ê pêşengiya têkoşînê bikin." Taşdemîr, da zanîn ku armanca wan ew e ku ew xeta têkoşînê ya jinan ava bikin û ji bilî parlementoyê ew ê li fabrîkayan, li cihên grevan, li Qada Galatasarayê, li her derî bin. 
 
'EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE DÎSA BI DEST BIXIN' 
 
Taşdemîr, diyar kir ku niha ew amadekariyên hilbijartina herêmî dikin û ew ê di vê hilbijartinê de bersiva polîtîkayên qeyûman bidin û got: "Di dîroka komarê de ji bo çewisandina daxwazên kurdan her cure polîtîkayên şidet û tepisandinê hatine bikaranîn. Lê belê dîsa jî li hemberî van polîtîkayan daxwazên kurdan û têkoşîna wan bi awayekî hêzdar li ser piyaye û didome. Ên winda bûne ve kesên ku van polîtîkayan pêk tînin." 
 
Taşdemîr, bi bîr xist ku piştî tayînkirina qeyûman hevşaredar hatine girtin û saziyên jinan hatine girtin û got: "Me jinan tu carî ev polîtîka qebûl nekirin. Di hilbijartina herêmî ya bê de em ê bi awayekî herî xurt îtiraza vê yekê bikin û xebateke baş bikin. Em jin ji bo destkeftiyên xwe yên ku tevî hemû çewisandinên dewletê me bi dest xistin dîsa bi dest bixin, em hilbijartinên herêmî wekî firsendekî dinirxînin."
 
 'EM Ê BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEV BIGERIN' 
 
Taşdemîr got: "Çawa ku dewlet enerjiya xwe hemû ji bo xespkirina mafên me bi kar tîne, di hilbijartina bê de jî ji bo em mafên xwe û saziyên xwe dîsa bi dest bixin em ê bi ruhê seferberiyê tev bigerin. Em ê di hilbijartina herêmî de bibînin ku ka bi pêşengiya jinan çawa polîtîkayên dagirkeriyê û xespkirina vîn û mafan îflas kiriye." 
 
MA / Berivan Altan