Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan

  • jin
  • 09:12 14 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL - Ji bo rêgirtina li ber şideta li hemberî jinê di sala 2012'an de Qanûnan Jimare 6284'an hatibû derxistin, lê belê çend roj berê bi hinceta ev qanûn "mêran mexdûr dike" hatibû protestokirin û û hatibû daxwazkirin ku bê betalkirin. Parêzer Leyla Suren got: "Ne mumkun e ku ji bo vê qanûna ku ewlehiya jinan pêk tîne gav bi paş ve bên dayîn û dev jê bê berdan." 

 
Ji bo rê li ber şideta li hemberî jinê bê girtin Platforma Bila Dawî Li Şidetê bê ku gelek platformên jinan û nêzî 300 rêxistinên jinan endamên wê ne di sala 2011-2012'an de têkoşiya û di 8'ê Adara 2012'an de Qanûna Jimare 6284'an a Der Barê Rêgirtina Şideta Li Hemberî Jinan û Parastina Malbatê hat qebûlkirin. 
 
Lê belê çend roj berê endamên Platforma Mafên malbatê bi hinceta ev qanûn "mêran mexdûr dike" protesto kiribûn. Parêzer Leyla Suren ev yek nirxand. 
 
Parêzer Suren destnîşan kir ku ev bertekên tên dayîn ne nû ne, di asasê xwe de 2 sal in ev qanûn di hedefa îktîdarê û zilamên di bin banê wê ye. Sureng ot: "Nabêjin ev qanûn qanûna parastina malbatê ye. Çimkî ji ber diyar dikin ku ev qanûn ji bo parastina malbatê ye, naxwazin navê wê bêjin." Suren, bilêv kir ku wê çalakiya hatiye kirin temaşe kiriye û tenê îtiraz li wekheviya jin-mêran dikin û pankartên li ser "Bila dawî li 6284'an bê, "Ev qanûn malbatê dirûxîne" nivîsandî hatibûn hilgirtin û ew li qada çalakiyê tenê bi 7-8 mêran re rû bi rû maye. Suren got: "Ew baş dizanin ku ev fikr û çalakî ne ya 7-8 kesan e. Qanûna 6284'an di encama têkoşîneke dûr ûd irêj a tevgera jinan de hat qebûlkirin û heta neyê destpêkirin guherandina wê ne mumkun e. Ev qanûn bi her awayî ewlehiya jinê diparêze. Ne mumkun e ku ji bo vê qanûna ku ewlehiya jinan pêk tîne gav bi paş ve bên dayîn û dev jê bê berdan. Armanca wê jî ew e ku wê newekheviya di navbera zayendan de ji holê rabike." 
 
‘ARMANCA SEREKE EW E KU KESÊN ŞIDETÊ LÊ TÊ KIRIN BIPARÊZE' 
 
Parêzer Suren bilêv kir ku ev qanûn 'mêran mexdûr nake' û kesên bi şidetê re rû bi rû dimîne diparêze. 
 
Suren, diyar kir ku pirsgirêka sereke ya di qanûnê de kêmasiyên di warê sepandinê de ne û di giliyên tên kirin de dibihîsin ku polîsên erkdar peywira xwe baş bi cih nayinin. Suren, bilêv kir ku ji ber vê îhmalkariyê her sal gelek jin dimirin û divê ev kêmasiyên qanûnên yên di warê sepandinê de ji holê bên rakirin. 
 
‘DIVÊ EM BI AWAYEKÎ BERFIREH BIXEBITIN' 
 
Suren, bilêv kir ku ew tevgera jinan dixwazin ku ligel Qanûna Jimare 6284'an Peymana Mafên Zarokan û Qanûna Parastina Zarokan jî bên sepandin. Suren destnîşan kir ku di warê şidet û îstismara li hemberî jinan de divê ew bi awayekî berfireh bixebitin û ew ê bi tu awayî nehêlin ku jin bi tenê bên hiştin. 
 
MA / Necla Demir