Kedkara 20 salan a Kadîfekaleyê: Di xewna xwe de li Mêrdînê dijîm

  • jin
  • 09:11 13 Tebax 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Xezal Gokalp a 20 sal e li Kadîfekaleyê dijî û li cihê dijî tevna çanda Mêrdînê ya çêkirina secade, xurcik, çente, merş û merşikan çê dike û pirtir welatê xwe bibîr tîne. Gokalp got: “Ez 19 salî ji welatê xwe derketim. Niha di xewnên xwe de xwe li Mêrdînê dibînim.”

Xezal Gokalp a (49) ku 20 sale li taxa Kadîfekaleya herî kevin a  Îzmîrê dijî û li dij hilberîna fabrîkayan bi rik hilberîna çanda Mêrdînê ya çêkirina xurcik, secade, merş û merşikan li ber xwe dide. Gokalp li binê surên Kadîfekaleyê bi dezgeyên tevnên xwe yên danandî dîmenek ji dîmena çanda Mêrdînê dide jiyîn. Di tevnê xwe de berhemên rengorengo çêdike. Dezgeya Gokalpê ya li bazarê jî bi berhemên ji morîkan çêkirî, bi tizbiyên bi taybetmendiya Mêrdînê hatine çîkirin, bi çente, xurcik, merş û merşikan balê dikşîne ser xwe. 
 
‘HÊJ JÎ EZ DI XEWNÊN XWE DE XWE LI MÊRDÎNÊ DIBÎNIM’
 
Gokalp diyar dike ku ew 20 sal e li bin bircên Kadîfakeleyê merş û merşikan (kîlim) çêdike û di nav axaftinên xwe de bêtir bîranînên xwe yên li Mêrdînê bibîrtîne. Gokalp destnîşan dike ku wan berya gund ji aliyê dewletê ve werin valakirin ji ber dest tengiya aboriye di sala 1988’an de koçî Îzmîrê kirine. Gokalp bendewariya xwe ya li ser xaka xwe bi gotina “Ez hê jî xewnên xwe wek li Mêrdînêbim dibînim" tîne ziman û wiha pêde çû: “Bi salane ez va kara dikim. Min zarokên xwe dan xwendin. Bi ziman hêsan tê lê ev bû 20 sal e li bin van suran tevna ku çanda Mêrdînê ye disum. Derdor hemû min nas dike. Mişetriyê min ên mayînde hene. Tişta ku herî zêde mirov dide zorê bendewariya welat e. Ev bu 30 sale ji welatê xwe qut bûme. Lê hê jî xewnên xwe li Mêrdînê dibînim. Çêkirina merş û merşikan jî ji ber vê bendewariya Mêrdînêye. Ez di hilberînên xwe de reng û motîfên çanda xwe disum. Di 19 saliya xwe de ji gundê xwe derketim. Bibe nebe mirov baş nikare xwe bîne ziman. Mirov bi zimanê xwe napeyve. Kurt û kurmancî wek herkesî me jî a ku ket para me me dît û kişand.”
 
‘JI BO ME PÎŞE YE’
 
Gokalp aşkera kir ku ew destekê dide aboriya malê û wiha got: “Hêj jî ji bo sutinê em tevnê bikartînin. Berê fabrîke nebûn. Pîra min, diya min bi van tevnan kar dikir. Ez jî ji wan hîn bûm. 10 salan piştî hatiname ya Îzmîrê min dest tevnê kir. Berê hemû pêwîstî bi destê jinan dihat sutin û ristin. Tu kesek, Xalîçe, merş, merşik, xurcik cil û berg nedikirîn. Bi xwe çê dikirin. Wek berê kesên ku çêkin neman. Em jî pê sebra xwe tînin û debara xwe dikin. Her wiha ji bo me bû pîşe. Herî zêde ez secade difroşim. Hun jî baş zanin ku hê jî secade wek cêz datînin nav boxçika bûkê. Ji ber vê kirîgerê secadeyan zêde ne. Ji bo çêkirina wî çend seed di tevnê de gerandina ben pêk tê. Hê paşê berhem li gel motîfên xwe tên çêkirin. Heba wê didim 130 TL. yî. Dîvê baş bê zanîn ku em ji çaran yekê berdêla destê xwe jî nikarin bi dest bixin. Lê tişta ku em karibin bikin nîn e.”
 
Gokalp diyar kir ku karê wê jî pir zêde di bin bandora krîza aboriyê de maye û hilberîna ku ew dikin an naye firotin an jî pir kêm û erzan tên firotin. Gokalp bal kişand ser berdewamiya çandê û bo ku xizmeta çanda xwe dike jî kêfxweşiya xwe tîne ziman ku ew bi pîşeya xwe xwe çanda xwe hin zeximtir û xurtir dikin. 
 
MA / Ayşe Surme – Nîmet Olmez