TJA: Ji bo STO li Telhamût lêkolîn bike, destûr nehat dayîn

  • jin
  • 16:00 12 Tebax 2018
  • |
img
 
 
AMED - TJA, derbarê îdîayên li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber bi darê zorê sewqî fuhûşê dikin de daxuyanî da û got: “Divê demildest bûyera li Bajarê Kon ê Telhamût bê eşkerekirin û berpirsiyar bên cezakirin. Rêxistinên Civaka Sivîl xwestin li kampê lêkolîn bikin, lê destûr nehat dayîn.”
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî nûçeyên li Bajarê Kon ê Telhemût a navçeya Serêkaniya Riha, jinên koçber bi darê zorê sewqî fuhûşê dikin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA, di daxuyaniya  da de wiha got: “Ji sala 2011’an ve, ji ber şerê Sûriyeyê bi mîlyonan mirov malên xwe terk kirin û xwe spartin Tirkiyeyê. Hin ji van koçberan di kampan de jiyana xwe didomînin. Kampa Telhamût a Serêkaniyê ku piraniya jin û zarokan lê dimînin, ji roja hatî avakirin ve, ji rojevê dernakeve. Herî dawî hat îdîakirin ku jinên koçber neçarî fuhûşê dikin. Dinava vê organîzasyonê de xebatkarên Şaredariya Serêkaniyê jî hene. Li kampan ji bo çend parçeyên eşyan û qûtiyên şîrên zarokan jin rastî tacîz û tecawîzê tên.  Hişmendiya DAIŞ’ê ya jinan weke koleyan di bazaran firotin, îro faşîzma AKP-MHP’ê pêkanînan pêk tîne. Rêxistinên civaka sivîl xwestin li kampan lêkolînê bikin, lê destûr nedan wan. Em li dijî van kiryarên dij exlaqî, banga hestiyariyê li sazî û dezgehên mafên mirovan dikin ku têkoşînê bilind bikin.”