Jina bi îşkenceyê hat qetilkirin hat definkirin: Êdî bes e, em ê mudaxile bikin

Parve bike:
MEREŞ - Di merasîma cenazeyê Alev Koçê de ku li Mereşê bi îşkenceyê hat qetilkirin, dayika wê Cenet Koçê, got: "Edî em ê mudaxile bikin. Bes e ji vê zilma hovane re, bes e!"
 
Alev Koç, di 11'ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê ji aliyê zilamê bi navê Huseyîn Subaşi ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Alev Koçê îro ji Cemxaneya Narliyê hati girtin û li taxa Çokyaşarlar a Elbistanê, bajarê wê yê jidayikbûnê, hat veşartin. Piştî qetilkirinê, Huseyîn Subaşi li Dîlokê teslîm bû, sûcê xwe îtîraf kir û hat girtin û ew şandin girtîgehê.
 
Îro li Bazarcixê ji bo Alev Koçê meşek hat lidarxistin. Rêxistinên jinan û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Dema ku jinan cenazeyê Alev Koçê li ser milên xwe hilgirtin, gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Qetilkirina jinan siyasî ye" hatin berzkirin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî beşdarî merasîmê bûn.
 
Şîlan Şîpar, keça Alev Koçê, di merasîma cenaze de axivî û daxwaza edaletê ji bo dêya xwe kir û got: "Dayika min bû qurbana kuştina jinan. Divê kuştin û tundiya li ser jinan raweste. Dêya min jî yek ji wan bû."
 
Dayik Cennet Koçê bûyerê ne tenê wekî kuştina jinan, lê wekî şerekî li dijî jinan bi nav kir û got: "Divê kuştina jinan tavilê raweste. Her tişt xirabtir dibe. Ev nikare berdewam bike! Em hemû li derve ne; zarokên me, neviyên me, mezinên me, em hemû li derve ne. Edî em ê mudaxile bikin. Bes e ji vê zilma hovane re, bes e!"
 
Nûçeyên Têkildar
Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!
Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!

Hat ragihandin ku telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo lêkolînê ji Spanyayê re hatibû şandin, şîfreya wê nehatiye vekirin.

Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.

Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî
Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî

Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a Baroya Rihayê û AYHED'ê, di navbera salên 2024 û 2025'an de, li bajêr 12 jin hatine kuştin, 187 jin bi tundiyê re rû bi rû mane, 36 jin bi taciza zayendî re rû bi rû mane, 24 jin bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane û 16 jin jî hewl dane xwe bikujin.

Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin
Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin

Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji neteweyên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin.

TAJÊ xwest têkildarî qetilkirina Yenar Mihemedê lêpirsîneke navneteweyî bê  vekirin
TAJÊ xwest têkildarî qetilkirina Yenar Mihemedê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin

TAJÊ, têkildarî qetilkirina Yenar Mihemed daxuyanî da û xwest ku ji bo ronîkirina bûyerê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin.