Akademîsyen Leyla Bakhshandehfar hate girtin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Leyla Bakhshandehfar ku bi hinceta piştgirî daye çalakiyên “Jin, jiyan, azadî”, li Meşhedê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û piştre hate girtin. 
 
Hîndekara zanîngehê Leyla Bakhshandehfar ku ji hêla rejîma Îranê ve bi hinceta piştgirî daye çalakiyên “jin, jiyan, azadî” ji peywirê hatibû derxistin, li bajarê Meşhedê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Leyla Bakhshandehfar, sewqî Girtîgeha Vakilabadê hatiye kirin. Leyla Bakhshandehfar, 12 salan li Zanîngeha Payam Noorê ders dida û beriya were îxrackirin, qedexeya hînkirinê jê re hatibû dayin. Ji roja hatiye girtin heta niha destûr nayê dayin bi malbata xwe re biaxive û hat zanîn ku gef li malbata wê hatiye xwarin û zext lê tê kirin.