WAN - Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal, di civîna amadekariya 8’ê Adarê ya li Wanê de axivî û got: “Dirîşma ‘jin, jiyan, azadî’ li her derê tê berzkirin. Êdî her kes dizane ku azadî bi azadiya jinê pêkan e.”
Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrrojhilatê Anatoliyayê (GABB), Lijneya Herêmî ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Lijneya Jinan a Parêzgehê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wanê civîneke amadekariyê li dar xist. Civîn, li Navenda Çandê ya Berîvanê ya Şaredariya Îpekyoluyê hat lidarxistin. Hevşaredarên herêmê, rêveberên polîtîkayên jinan, koordînator û karmendên yekîneyê tev li bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
8’Ê ADARÊ DÊ ÇALAKIYÊN CURBICUR BÊ PÎROZKIRIN
Di serî de Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay di civînê de axivî. Hatîce Atabayê xebatên jinan ên bi pêşengtiya rêveberiyên herêmî tên kirin bi bîr xist. Piştre jî girîngiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê axivî û tekez kir ku ew ê heta 8'ê Adarê bi çalakiyên cur bi cur li qadan bin.
‘HETA JIN AZAD NEBE, CIVAK JÎ AZAD NABE’
Hevseroka GABB’ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku destkeftiyên jinan di hedefa mêrê serdest de ne. Neslîhan Şedalê, bi domdarî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebin civak azad nabe” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ji bo civakeke azad, ji bo zarok bi êrişên zayendî rû bi rû nemînin, ji bo jin neyên kuştin, divê em pêşî xwe û piştre jî civakê azad bikin. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li her derê tê berzkirin. Her kes dizane ku azadî girêdayî azadiya jinê ye. Lewma em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.