AGIRÎ - Guler Ozkan a ku li navçeya Panosê dijiya, ji aliyê Servet Ozkan ê ku bi salan lê tundî dikir, li ber çavên 8 zarokên xwe hate qetilkirin. Zarok û birayê wê qala bûyerê kir û diyar kir ku Guler Ozkan bi biryara malbatê hatiye qetilkirin û ji ber tundiyê 7 caran serî li qereqolê daye.
Li gundê Hozdemîrê yê navçeya Panos a Agiriyê, Guler Ozkan a 35 salî di 28’ê Çileyê de ji aliyê hevjînê xwe Servet Ozkan ve bi çekê hate qetilkirin. Li gorî agahiyan; Guler Ozkan a ku pitikê wê 20 rojî bûye û li pêş çavê 7 zarokên xwe piştî îşkenceyê hatiye qetilkirin. Roja din Servet Ozkan bi sûcê “qetilkirina bi zanebûn” bavê wî Nurullah Ozkan jî bi sûcê “alîkariyê” ji aliyê dagehê ve hate girtin.
Hate îdiakirin ku Guler Ozkan bi biryara malbatê hatiye qetilkirin. Herwiha hate diyarkirin ku Guler Ozkan dema pitikê wê yê 20 rojî di hembêzê de bû hatiye qetilkirin û ji ber tundiyê 7 caran serî li qerekolê daye.
Birayê Guler Ozkanê Ayhan Çetînel, keçên wê yên 15 salî A.O. û ya 17 salî I.O. ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala bûyerê kirin.
‘DIVÊ MECLISA MALBATÊ BÊ GIRTIN’
Çetînel diyar kir ku xwişka wî 18 sal in zewicandî ye û her tim bi tundiyê re rû bi rû maye û wiha axivî: “Ji ber tundiyê gelek caran hate malê lê bi navbeynkariya malbatan dîsa vegeriya. Malpata qatil her carê soz dan ku dê tundiyê li Gulerê neyê kirin û wê dîsa birin. Ji ber tundiyê gelek caran serî qerekolê daye. Derdikeve holê ku têkiliya qatil bi yekê ji malbatê re derdikeve holê. Guler jî vê yekê dibîne. Herî dawî di telefonê de wêne û qeydên deng dibin û dibêje ‘te çima wiha kiriye?’ hevhînê wê jî bêexleqiyê îtîraf dike. Piştre ji malbata xwe re dibêje hevjîna min vê yekê dizane ger bibêje em ê rezîl bin. Malbt jî ji bo qetilkirina Gulerê biryar dide. Vê rewşê hemû gundî diznain. Çekê digire û diçe malê. Guler dizane dê bê qetilkirin û qêne û qeydên deng ji biraziyê xwe re dişîne û dibêje ‘ger tiştekî bi min were, mafê min biparêzin’. Wê şeve Guler li pêş çavê 8 zarokên xwe tê qetilkirin. Di îfadeya xwe de gotiye min dema çek paqij dikir teqiyaye. Ew û bavê wî hatin girtin. Em vê qebûl nakin divê hemû meclisa malbatê ku biryara qetilkirina Gulerê dane bên qetilkirin.”
ZAROKAN BÛYER VEGOT
A.O. ya 15 salî diyar kir ku bavê wan her tim tundî li diya wan kiriye û got: “Dayika min, bêexlaqiyekî bavê min dît. Piştre bavê min gef li dayika min xwar ji bo ku dayika min vê yekê nebêje. Piştre dayika min çû mala amvê xwe û demekî nehat. Malbat civiyan û dayika min qani kirin, dayika min vegeriye. Dema dayika min vegeriya, bavê min lê tundî kir. Em bûn şahidê her tiştî. Dayika me her tim ji bo me sebir kir. Dayika min li vê malê her cure tundî dît. Şevekî bavê min biryar da ku çekekî bikire. Çû navçeyê çek kirî û êvarê hate malê.”
‘LI PÊŞ ÇAVÊN ME QETIL KIR’
Keça wê ya I.O. (17) jî wiha axivî: “Dayika min li odeyê pitikê xwe yê 20 rojî şîr dida. Bavê min çek girt û ji dayika min re got ‘hûn 7 kes in, ez bi we kîjanê dest pê bikim?’. Dayika min jî xwest ku çekê ji zarokan dûr bigire. Piştre ji odeyê derket. Çû mala bavê xwe û piştî vegeriya bi dayika min re nîqaş kir. Tundî li diya min kir me jî hewl da ku wê ji nava destî wî rizgar bikin. Bi dehan caran hesên li nava serem dayika me da. Piştre li pêş çavê me hemûyan qetil kir. Piştre dema derket şeneşînê ji me re got ‘navê min nedin, bibêjin dema çek paqij dikir qewimî’. Em bûn şahidê tiştek sosret bavê wî bang kir ‘te kuşt?’. Wî jî got ‘te got bikuje min jî kuşt’. Hemû gundî û em bûn şahidê vî dengî. Hemû cîran bûn şahid.”
JI ZAROKÊN WÊ JI BO HEMÛ JINAN BANG
I.O. diyar kir ku şeva bûyerê îfade dane û ev tişt got: “Me tenê dît ku bûyer çawa qewimî ye. Li pêş çavên 8 zarokan dayika wan hate qetilkirin. Van kesan ji bo bêxlaqiya xwe veşêrin dayika 8 zarokan qetil kirin. Bila ev qetlîam bê ceza nemîne. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Em ji hemû jin û hiqûqnasan rica dikin ku xwedî li dozê derkevin.”
Piştî qetlîamê dewletê pitikê 20 rojî li saziyên parastina bi cî kir û 7 zarok jî li cem xalên wan hatin bicîkirin.
MA / Adnan Bîlen