Kesê ku Yasemîn Bûdak kuşt 6 meh şûn de hat girtin

Parve bike:

AMED - Kujerê Yasemîn Budakê ku di 28'ê Hezîranê de li navçeya Xana Axparê piştî 6 mehan hat girtin. Hevjînê Yasemîn Budakê, Ayatûllah Bûdak, xwest ku hemû bersûc bên cezakirin.

Li gundê Sergeşya û Hucetî yên navçeya Çinar a Amedê, di navbera du zimên ji heman başbatê de hisûmet hebû. Ji ber vê di 28'ê Hezîrana 2025'an de li gundê Sergelyayê di êrişeke çekdarî de Yasemîn Bûdak a 44 salî jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna Serdozgeroya Komarê ya Çinarê de Dogan Demîr, Fatîh Demîr û Fethî Demîr hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Lê ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê, her sê kes berî ku bersûc Erhan Demîr ê bê zevtkirin di 23'yê Cotmehê de serbest hatin berdan. Parêzerê malbata Bûdak, ji ber vê serî li Lijneya Dadger û Dozgeran û Wezareta Dadê da. 
 
Erhan Demîr jî piştî bûyerê bi 6 mehan di 26'ê Kanûnê de li sînorê Sûriyeyê hat zevtkirin. Tê payin ku di dosyeyê de der barê 5 kesan de bi sûcê "veşartin û tunekirina delîlan", "kuştina biqesdî" lêprisîn bê destpêkirin. 
 
Hevjînê Yasemîn Bûdakê Ayattûllah Bûdak, kiryarên hevjînê wê bên cezakirin. Bûdak anî ziman ku bêyî haya wan jê hebe kurê wî keça xalê xwe revandiye û piştî vê ji aliyê din ve bi mirinê gef li wan hatiye xwarin. 
 
Bûdak behsa bûyerê kir û got: "Me xelk şandin û got, 'Werin em li hev bên, hûn çi dixwazin em ê bikin.' Me nizanibû. Heta ku me bizanibûya jî, em ê biçûna û meyê bipirsiya, ma wê çi bibûya?' Lê wan meclisek malbatî ava kir. Dayik, bav, xal, xaltîka wî… Dayika wî êvarê peyamek ji me re şand. Saet di 12'an de, wan hevjîna min gulebaran kir." Bûdak her wiha behs kir ku şahidên bûyerê hene û got: "Şahid îfade da dozger. Dozger gazî wan kir û pirsî, 'Tiştek wisa qewimî?' Wan got, 'Erê.' Lê dadger bi rengekî nikare tiştê ku me dît bibîne. Di destpêkê de, sê kes hatin girtin. Du ji wan reviyabûn. Piştre, tevî hemû nerazîbûnên dozger, sê kes hatin berdan. Her kes dizane ku vî dadwerî çavê xwe li çi girtiye. Aliyê xwe winda kiriye." 
 
Bûdak bilêv kir ku gumana wan ew e ku delîl bên tunekirin û xwest dosyeya lêpirsînê demildest ji Çinarê ber bi Amedê ve bê rêkirin. Bûdak destnîşan kir ku di dosyeyê de tenê tê xwestin ceza li kesekî tenê bê birîn û got: "dozger gazî dêya wî dike. Şahid hene. Yê rê vedike dêya wî ye, bavê wî ye, apê wî ye û xaltîka wî ye. Ger ji dadger bê wê yê din jî berda. Çimkî wê delîlan tune bikin. Ez wekî navê xwe dizanim. Ez ê paş d egav neavêjim." 
 
Bûdak bang li rêxistinên civaka sivîk û saziyên jinan kir ku xwedî li dosyeyê derkevin.
 
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel