AMED - Yekitiya Parlamenterên Jin ên Kurd, bertek nîşanî YE, NY û saziyên navneteweyî yên li dijî êrişên ser Helebê bêdeng mayin da û xwestin ji bo heman sûcên şer dîsa neyên dubarekirin, berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Yekitiya Parlamenterên Jin ên Kurd, têkildarî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êriş hat şermezarkirin û bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku ji bo pêşîlêgirtina dubarebûna sûcên şer, berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Daxuyaniya yekitiyê wiha ye:
“Em; êrişên ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê û çeteyên çekdar ên radîkal li dijî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê pêk anîn bi awayekî herî tund şermezar dikin. Ev êrişên ku sîvîlan, jin û zarokan hedef digirin, bi eşkere polîtîkayên jenosîda etnîkî û koçberkirina bi zorê ne.
ÊRIŞÊN LI HELEBÊ TESFIYEKIRINA ETNÎKÎ HEDEF DIGIRE
Bûyerên ku li Helebê tên pêkanîn, bi gotinên ‘ewlehî’ û ‘îstîqrarê’ tên veşartin; lê ev bi eşkere polîtîkayekî tesfiyekirinê ya etnîkî ye û bi şêweyekî plankirî, sîstematîk û domdar bi taybetî gelê Kurd hedef digire û armanca wê koçberkirina bi zorê ye. Di Sûriyeyê de tiştê ku dikare îstîqrar û ewlehiyê bi rastî pêk bîne, îradeyekî siyasî ya muzakereker e ku rêya aştiya mayînde veke. Her cure destwerdanên herêmî û navneteweyî ku têkbirina derfetên aştiyê armanc digirin, wekî li Helebê dê bi berxwedana xurt a gel re rû bi rû bimînin. Bi armanckirina destkeftiyên gelê Kurd helwadanên afirandina pergaleke yekperest li Sûriyeyê mîna rejîma Esad rê ji îxtîmalên qetlîamên nû vedikin.
BANGA JI BO SAZIYÊN NAVDEWLETÎ
Em bangawaziyê di serî de li saziyên Yekitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî ku helwesteke rast diyar nekirin û li hemû sazî û dezgehên navneteweyî û rêxistinên jinan dikin ku li hemberî sûcên şer û hovîtiya li dijî jinan ên li Helebê tên kirin bêdeng nemînin û ji bo ku ev hovîtî neyên dubarekirin berbirsyariya dikeve li ser milên xwe bînin cih.
EM BI GELÊ XWE RE NE
Em wekî Parlamenterên Jin ên Kurd deklare dikin ku em bi dil û can li gel gelê xwe yê li Rojavayê ne. Em bawer dikin ku têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadî û demokrasiyê bi tu hêzên çekdarî nayê şikandin. Em bi dil û can bi taybetî jinên Kurd ên ku li ber xwe didin û bi giştî hemû gelê me yê ku di rêya azadiyê de ditêkoşe, silav dikin. Li dijî qetliaman bêdengî hevkariya sûcan e. Ji aştî, wekhevî û jiyana hevpar a gelan re erê.”