Fîgen Yuksekdag: Gelên Tirkiyeyê di bin talûkê de ne

  • jin
  • 11:15 20 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ji girtîgehê bi rêya parêzerên xwe ji malpera Vanîty Faîr Îtalyayê re axivî û got: “Di 24'ê Hezîranê de hilbijartinek girîng li pêşiya Tirkiyeyê ye." 
 
Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Wanê ya wekîltiya wê hat betal kirin Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Tipa F a Kocaeliyê bi rêya parêzerên xwe ji malpera Vanîty Faîr Îtalyayê re axivî û behsa guhertina civaka Tirkiyeyê û bandora paşveçûna demokrasiyê û çandê ya li ser jinan kir.
 
Yuksekdag di roportaja da malpera Vanîty Faîr Îtalyayê de wiha got: “Di 24’ê Hezîranê de hilbijartinek girîng li pêşiya Tirkiyeyê ye. Di guhertina bê kirin de, tenê welat naguhere, pê re hemû civak jî dê biguhere. Berê jî li Tirkiyeyê nijadperet û nêrînên olî hebûn, lê niha tifaqek xeternak hatiye avakirin. Ger hinek kes wan nede sekinandin, dê encamên wê giran be. Vaye em dibînin li Tirkiyeyê rewşa jinan xerabtir dibe. Hewldana derbeya sala 2016’an, destpêkirina Rewşa Awarte û girtina bi sedan komeleyên jinan bandorek neyînî avakir. Jinên Kurd bedelên mezin dan. A niha 9 parlementerên me,  35 hevşaredar û bi hezaran endamên me girtine.”
 
Yuksekdag, diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de hilbijartinek girîng li pêşiya Tirkiyeyê û wiha domand: “Vaye dike ku 100 salên komarê biqedin, lê hê jî tu tecrubeyek Tirkiyeyê ya rêveberiyek demokratîk tuneye. Civaka Tirkiyeyê di bin ablûkayeke nijadperest û paşverû de ye. Dînamîkên civakî hatine bê bandorkirin. Gelên Tirkiyeyê dibin talûkê dene.”
 
Yuksekdag, da zanîn ku sedema êrîşkariya Erdogan ew e ku encamên hilbijartinê ji bo wî rîsk in û wiha dawî li axaftinê xwe anî: “Kampanyaya hilbijartinê bi sansûran dimeşe. HDP di medyayê de cih nikare. Ji ber ku hemû medya di bin kontrola Enqerê de ye. HDP jî li dihî darbe, faşîzm û meylên dîktatoriyê têdikoşe. Bingehe vê têkoşînê pişta xwe dide hêza gel. Ji ber vê yekê HDP’ê bi her awayî sansûr û asteng dikin.”