'Ez dê pirsgirêkên karkeran bibim meclîsê'

  • jin
  • 14:22 14 Hezîran 2018
  • |
img

STENBOL - Namzeta HDP'e ya Stenbolê Elîf Bulud xwe wekî “Karkera Bi Qirava Spî ya di Sektora Tekstîlê de dixebite" pênase kir û diyar kir ku ger têkeve meclîsê dê berî her tiştî pirsgirêkên karkeran bibe meclisê û li wir çareser bike. 

 
Namzeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Elif Bulut, ji serdema zanîngehê heta niha di nava têkoşîna polîtîk de cih digire. Piştî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat avakirin bi awayekî çalak di nava xebatên HDK'ê de cih girt. Bulut, ji sala 2014'an heta niha bi awayekî çalak di nava HDP'ê de cih digire û Endama Meclîsa Partiyê ye. Elif Bulut, sedema ku di bin baneyê HDP'ê de bû namzet û sedema çima pêwist her kes deng bide HDP’ê aixvî. Bulut, anî ziman ku bi salan e di bin baneyê HDK'ê de xebatê dike û wiha got: "Ji ber ku ez di nava partî û kogreya ku ked û tekoşîna jinan bilind dike de cih digirim hêzê dide min. Jin dikarin bi hevre cîhanê û pergala heyî biguherînin. Ev yek jî di bin baneyê  HDP’ê de pêkan e. Ji ber vê yekê ji HDP'ê bûm namzet." 
 
'REFERANDUM QERÎNA LI DIJÎ AKP’Ê YE'
 
Bulut, destnîşan kir ku di serdema AKP'ê de tundî û zextên li ser jinan gelek zêde bûn û wiha berdewam kir: "Îktîdar bi feraseta “Jina makbul" nêzî jinan dibe. Dixwazin jinê di malê de hepis bike. Mirovan teşwîkî xizaniyê dike. Lê em li dijî xizaniyê têdikoşin. Me dît ku jin dema bên cem hev dikarin gelek tişt bikin. Di pêvajoya referandumê de derket holê. Referandum qerina jinan a li dijî AKP'ê bû. Niha hem di qada aborî hem di qada civakî û hem jî di qadên din ên jiyanê de hemû civak û bi taybetî jin li dijî AKP'ê bêzar in. Di xebatên hilbijartinê de em bi gelek kesan re tên cem hev. Êdî mirov şerm dikin ku bêjin AKP’î ne. Bi dizî dibêjin 'Me berê deng dida AKP’ê niha em dê deng bidin HDP’ê. Ji zextên heyî bêzar in. Ji zextên civakî jî bêzar in. Êdî mirov têkiliyen xwe ji AKP’ê qut dikin. Êdî civak di ferqê de ye ku dixwazin astengiyan derxin pêşberî HDP'ê. Em vê rastî û lîstikênk li pêş HDP’ê vedibêjin. Me dît ku AKP'ê 400 wekîl negirt çi kir. Divê em pir zêde zêde deng bistînin." 
 
JIN DÊ BI HDP'Ê BIGUHERÎNIN
 
Bulut, da zanîn ku heta niha jin di nava siyasetê de wekî amûrekî cih digirtin, lê êdî bi HDP'ê re rengê siyasetê biguherînin û jin çi bêjin dê bikin. Bulut, herî dawî destnîşan kir ku dema jin tiştekî bêjin dê bikin û wiha bi dawî kir: "Jin ne tenê ji bo hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî dê di meclîsê de bibin deng u vîn. Jin li qadê dirûşmeyên ‘Tayyîş bû, sebra me qedand. Em daxistin kolanan" berz dikin. Jin di nava HDP'ê de bêtir xwebaş û aram hîs dikin." 
Ez di sektora tekstîlê de dixebitîm. Ez pir dem dirêj dixebitim. Jin û mêr wek hev heq nastînin. Jin bêtir rastî mobinge, tacizê tên. Zêdetir rastî zordestî û zextên derûnî tên. Em dê li meclîsê bibin dengê jinan. Di 17'ê Hezîranê de mîtîng heye. Em bang li hemû jinan û hilbijêran dikin ku tev li mîtîngê bibin." 
 
MA / Necla Demîr