Jinên Cizîrî yên kolan kirin şûnwar: Em ê desthilatdariyê birûxînin

  • jin
  • 12:02 10 Hezîran 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Li Cizîrê, xebatkarên buroya hilbijartinê ya jinan a HDP’ê ku ji aliyê bi sedan kes ve hat vekirin, bê navber xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Jinan, diyar kirin ku ew saetekê bi tenê jî li malê narûnin û gotin: “Em ê vê desthilatdariyê bi rûxînin.”
 
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, di rojên derbas bûyî de li Taxa Cûdî bi tevlîbûna bi sedan kes, buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Xebatkarên jin ên buroyê bê navber xwe ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê made dikin. Jinên HDP’î mal bi mal, kolan bi kolan û gund bi gund digerin û bi gelek jinan re xebatên hilbijartinê bi rêve dibin. Ji xebatkarên buroyê endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Cizîrê Ozlem Kutlu û Rêvebera HDP’ê Guler Tunç derbarê xebatên xwe de agahî dan. 
 
‘EMÊ VÊ DESTHILATDARIYÊ BI RÛXÎNIN’
 
Kutlu, diyar kir ku li Tirkiyeyê cara yekin HDP buroyên jinan vedike û wiha axivî: “Jin eleqeyek mezin nîşanî buroyê didin. Ji bo ku jin hîn baştir xwe îfade bikin û hîn zedetir beşdarî xebatan bibin vekirina bûroyan girînge. Jinên Cizîrî ji bo karibin bi awayekê azad hesabên bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn, bi awayekê azad bipirsin, me qadek wiha ava kir. Qadên jiyanê yên jinan tim tên dengkirin û asteng kirin. Pergala serdest êdî mîada xwe derbas kiriye. Em ê di 24’ê Hezîranê de hesabên hemû êrîş, tundî û komkujiyan ji pergalê bipirsin. Em ê vê desthilatdariyê bi rûxin in.” 
 
‘JIN RENGÊN HDP’Ê NE’
 
Rêvebera HDP’ê û di heman demê hevjîna Orhan Tunç ê di bodrumên Cizîrê de hat qetilkirin Guler Tunç jî, diyar kir ku ewê bi bawerî û têkoşîna jinan, dawî li polîtîkayên şer bînin û wiha axivî: “Jin rengên HDP’ê ne. Em her roj tax bi tax, kolan bi bkolan digerin û hewl didin xwe bigihînin jinan. Bi jinan re hem sohbet dikin û pêşniyarên wan digirin. Em li hemû cihan bilakovan belav dikin.”