Di nav ewqas mêr de çayfiroşek jin

  • jin
  • 09:25 9 Hezîran 2018
  • |
img

WAN - Li Wanê hema bêje kesên bi semaweran çay çêdikin û difiroşin hemû mêr in. Lê belê jina bi navê Xecê Pejan li Beşyolê binî semawerê xwe pêxist û dest bi firotina çay kir. 

Li Wanê, di havînê de li kuçe û kolanên qerebalix de bi semaweran çay tên firotin. Lê belê vê carê li Beşyolê jina bi navê Xecê Pejan jî bin semawerê xwe pêxist û dest bi firotina çay kir. Bi meha Remezanê re li bajêr fiortina çaya di semaweran de zêde bû. Çaya semaweran li ser agir tê çêkirin û herî zêde li kolanên Cûmhûriyet, Beşyol, Maraşê çay tê firotin. 
 
Li bajêr herî zêde mêr çaya di semaweran de difiroşin, lê belê piştî Pejanê li Beşyolê semawerê xwe danî, bala herkesî dikişîne. Pejan diyar kir ku ew stranbêj e û got: "Bi meha Remezanê re karê me hinekî sekinî. Malbata min heye û divê debara malbatê bikim. Rojekê ez û hevala xwe di rê de diçûn, min dît kesên çayê difiroşin hemû mêr in. Heta li van kolanên qelebalix kesên çay dikirin jî piranî mêr in. Min jî amûrên xwe kirîn û dest bi kar kir." Pejan, anî ziman ku karê ku dike zehmet e û got: "Dema biker hebin heta derengê şevê jî dixebitim. Belkî piştî meha Remezanê vî karî li îskeleyê bikim."