Li Mugla niha dema jinan e

  • jin
  • 09:15 8 Hezîran 2018
  • |
img

MUGLA - Li Muglayê ji 7 namzetên HDP’ê 4 jê jin in. Namzetên jin Sultan Ozcan û Husran Belgîn Koç, diyar kirin ku armanca wan ew e ku pêşiya Qanûna Bingehîn a Jinan vekin û gotin: “Bila jin welat bi rêve bibin. A niha dema jinan e. Em bang li jinan dikin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.”

Li Muglayê, ji 7 namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4 jê jin in. Sultan Ozcan û Husran Belgîn Koç ên di rêza 2’yemîn a lîsteya namzetên parlamenteriya Muglayê de cih digirin, sedemên tevlîbûnênê xwe yên HDP’ê vegotin. 
 
‘EM DIXWAZIN PÊŞIYA QANÛNA BINGEHÎN A JINAN VEKIN’
 
Namzeta parlamenteriyê Sultan Ozcan, dayîka 2 zarokane û di heman demê de hîndekare. Ozcan di rêxistinên jinan, KESK û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de cih girtin û tim mafê miran parast. Ozcan bi hemû hewldana xwe dixwaze li Muglayê renge jinan derbixe holê û ji bo vê yekê cihê xwe di HDP’ê de girt. Ozcan, diyar kir ku ew armanc dikin ku welatek wekhev ava bikin û wiha axivî: “Em dixwazin qanûnek bingehîn a azadîxwaz ava bikin. Em dixwazin ji bo gelên Tirkiyeyê bibin hevî û rêya vê yekê vekin. Em dixwazin qanûna bingehîn a jinan ava bikin û pêşiya hevpeymana civakê vekin.” 
 
‘HDP DÊ QEZENC BIKE’
 
Ozcan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî siyaseta hilbijartinê, birkariya hilbijartinê jî heye. Bîrkariya vê hilbijartinê jî, divê HDP dibin bendavê de nemîne. Ji bo vê yekê tişta ji me bê emê bikin. Ligel hemû tiştî dê HDP qezenc bike. Li Muglayê jin eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê didin. Em ê di 24’ê Hezîranê de ji Erdogan re bêjin bi xatirê te. Ev cîhan ji Sultan Suleyman re ne me. Dê ji Erdogan re jî nemîne. Ji bo avakirina Komara demokratîk em ê rê vekin. Dê jin vî welatî bi rêve bibin. Bi sedan sale zilam bi rêve dibin. Êdî niha serdema jinane.”
 
BI NASNAMEYA JIN Û ÇERKES DI HDP’Ê DE CIH DIGIRE 
 
Namzeta rêza 2’yemîn a HDP’a Muglayê Husran Belgîn Koç jî hem bi nasnameya jin û hem jî bi nasnameya Çerkes cihê xwe di HDP’ê de digire. Koç berî bibe namzet di HDP’ê de rêveber bû. Koç ji bo xwe pênaseya “Çerkesa hatî asîmlekirin” dike û piştî Komkujiya Çerkesê bi malbata wê bi zor û zeymehtiyek mezin xwe digihîne ber peravên Behra Reş. Koç li Sînopê ji dayîk dibe, li Stenbolê mezin dibe û bi salên dirêj li Bodrumê dijî. Li gorî Koç HDP şahdamaa Tirkiyeyê û her  ku diçe mezintir dibe. Koç, diyar kir ku partiya ji bo gelên Tirkiyeyê aştî, demokrasî û azadiyê bîne HDP ye. 
 
‘JIN LI BAJARÊ MUGLAYÊ TÊN’ 
 
Koç, anî ziman ku HDP çareseriyek nû ye û wiha got: “HDP jiyanek nû pêşkêşî gelên Tirkiyeyê dike. Têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna azadiya gelê Kurd bi hev re tên meşandin. Ev ji bo gelê Çerkes jî hêviyek mezin dide ava kirin. Em dixwazin serkeftinê bi têkoşîna azadiya jinan taçîdar bikin. Jin li bajarê Muglayê tên. Ji ber ku namzetên jin di rêza yekemîn de cih digirin, piştgiriya jinan jî pir zêde ye. Baweriya min ew ku dê jin parlamentoyê bi rêve bibin. Ez bang li hemû jinan dikim ku werin di HDP’ê de kom bibin û vîna xwe derbixin holê.”