Aytemur a HDP’î: Berî her tiştî dê jin bersiva baş bidin AKP’ê

  • jin
  • 10:41 24 Nîsan 2018
  • |
img

ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya Enqerê ku piştî biryara hilbijartina zordest lez dan xebatên xwe, diyar kir ku AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên heya îro nîşan da ku çiqas ji jinan ditirse û got: “Berî her tiştî dê jin bersiva herî baş bidin AKP’ê.”

Piştî biryara hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ya îtîfaqa AKP û MHP’ê partiyên mûxalîf lez dan xebatên hilbijatinê. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Nur Aytemur, der barê girîngiya hilbijartina di OHAL’ê pêk bê de axivî û wiha got: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê dê dawiya AKP’ê û Erdogan bîne.”
 
Aytemur, diyar kir ku bi biryara hilbijartina zordest, AKP li xwe mukur hatiye ku nikare welat birêve bibe û wiha bilêv kir: “Em li benda hilbijatina zordest bûn. Ji ber vê bernameyên me hebûn. Ji xwe ev di rojeva hemû partiyan de hebû û bi maşikê xwe MHP’ê daxuyaniya hilbijartina zordest da.”
 
Aytemur, anî ziman ku HDP’ê bi projeyên xwe yên jiyan nû di 7’ê Hezîranê de ji bo gelên Tirkiyeyê bû heviyek mezin û wiha rêz kir: “Bi tirsa vê hêviyê re hilbijartin di 1’ê Mijdarê de diyar kirin. AKP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û referanduma 16’ê Nîsanê de bi helwestek faşîzane rê li ber HDP û  gelan kir. Ji ber vê em li benda hilbijartinên zordest bûn. Ên ku hemû rastiya AKP’ê teşhîr kir HDP bû.” 
 
'DI OHAL’Ê KETINA HILBIJARTÎN NÎŞANEYA TIRSÊ YE’
 
Aytemur, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hikûmetê biyara hilbijartinê di OHAL’ê de da. Bi vê dixwaze HDP û partiyên mûxalîf bike zoriye. HDP’ê li Kurdistanê bi salan di rewşa awarte de xebatên xwe birêve birin. AKP tirsa xwe nîşan da. Meyla wan a dengan bidin ji xwe heye.”
 
‘EMÊ DERÎ BI DERÎ BIGERIN’
 
Aytemur, da zanîn ku bi OHAL’ê re qeyûm tayînê şaredariyan hatin kirin û wiha pê de çû: “Wekîltiya parlamenteran hat betalkirin. Bê mafî derketin asta herî jor. Weke ku li welat kaos û şer heye tim OHAL’ê dirêj dikin. Ligel vê jî emê derî bi derî bigerin û bêjin şer tuneye, weke di şerê Efrînê de hat xuya kirin ku desthilatdariyek mereqdarê şer heye. Li ser partiya me û medyayê zext hene. Her yek ji me dê weke serokekê, parlamenterekê û rojnamegerekê bixebite. Emê tirsa wan ji gel re vebêjin. Emê hemû bi hevre bibînin dê di vê hilbijartinê de dawiya AKP’ê bê. Di vê hilbijartinê de dê qedera gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê diyar bibe.”  
 
‘EM JIN DÊ DESTHILATDARIYÊ JI KURSIYÊ WÊ DAXIN ÎN’
 
Aytemur, destnîşan kir ku dê jin di 24’ê Hezîranê de, li dijî bloka faşîzt a AKP-Erdogan bersiva herî baş bidin û wiha domand: “Ji ber ku polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jin û zarokan kir. Bi tayîn kirina qeyûman saziyên me hatin girtin. Ji xwe diyar dibe ku AKP çima evqas ji jinan ditirse. Em jin dê desthilatdariya AKP’ê ji kursiyê wê daxin în. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî mafê xwe yê ked û jiyanê derbikevin. Di vê rojeva me ya herî sereke em xwedî sindoqan derbikevin û ewlekariya wê baş bigirin. 
 
Aytemur, di dawiya axaftina xwe de bang kir û wiha got: “Bi vê armancê divê hemû kes biçin ser sidoqan û cih di komîsyonên taxan de bigirin.”