Prz. Tavuz: Ger zagonê heyî rast têxin meriyetê pêdivî bi nûkirinê tune

  • jin
  • 09:08 23 Nîsan 2018
  • |
img
ÎZMÎR - Prz. Şenay Tavûz, pêşnûmaya Zagona Îstîsmara Zayendî ku dixwazin bi rêbaza “Xesandina Kîmyewî" rê li pêş sûc bigirin nirxand û got: "Zagonên heyî ger rast têxin meriyetê pêdivî bi yên nû tune ye. 
 
Pêşnûmeya Zagona Îstîsmara Zayendî ku dixwazin bi rêbaza "Xesandina Kîmyewî" rê li pêş sûcê li hemberî zarokan pêş dikeve bigirin, bi projeya Wezareta Dadê ds 9'ê Nîsanê de pêşkêşî meclîsê kirin. Pêşnûmaya ku ji 12 xalan pêk tê, armanc dike ku yên suc kirine di navbera 20 û 40 salan de ceza li wan bibire. Têkildarî pêşnûnamaya ku pêşkêşî meclîsê kirine Endama Baroya Îzmirê Prz. Şenay Tavuz ku demek dirêj e li ser mafê jinan xebat û lêkolînê dike, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.  Prz. Tavuz, diyar kir ku piştî bûyerên îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan zêde bûn û ev yek bêtir di nava civakê de hat bihîstin, hikûmetê xwest bi lez û bez vê yekê ji ser serê xwe bavêje. Di salên dawî de di Zagona Ceza ya Tirk (TCK) de hin guhertin çêbûn. Di hemû guhertinan de diyar kirin ku bi armanca rê li pêş sûcên zayendî bigirin van guhertinan dikin. Lê em dibînin ku bi van guhertinan rê li pêş sûcên zayendî nehatiye girtin. Dîsa di pêşketina bûyerên îstîsmarên zayendî de tedbîr nehatiye girtin. Bi taybetî ji ber ev bûyer piştî van guhertinan di saziyên dewletê yên zarokan de derketin holê di qada cemaweriyê de hêrs û bêzarî gelek zêde bûye. Ji ber vê yekê bi cezakirina giran ya kesên vî sûcî dikin rê li pêş nehat girtin. Ji ber vê yekê em li dijî vê rêbazê derdikevin. 
 
MÊR JINE WEKÎ MAL Û MILK DIBÎNE
 
Prz. Tavuz, da zanin ku bi vê pêşnûnameyê dixwazin civakê bixapînin. Hem sûcê zayendî û hem jî tundiya li dijî jinê, ne tenê pirsgirêka tenduristiyê ye. 
Pirsgirêk ne tenê ji ber mêr bi hêrs e û hesûdiyê dike jinan qetil dike. Ne tenê ku tahrîk dike jinan qetil dike. Ev tenê hincet e. Di esasê xwe de mêr ji hişmendiya desthilatdarî û îktîdarê xwedî dibe. Jinê wekî mal û milk dibîne. Disa zarokan wekî mal û milkê xwe dibîne. Ji ber vê yekê tundiya di nava malê de gelek zêde ye. Ev ne tenê pirsgirêka tenduristiyê ye. 
 
Ger ku pergala Kastrasyonê têxe meriyetê jî, dewlet dê vê yekê çawa bişopîne. Ev pêkanîn tenê maqyaj e. Wekî ku gavan davêjin û çareseriyê peyda dikin didin xuyakirin. Li meclîsa ku piraniya wê mêr ez bawer nakim ku cezayê kastrasyonê bê qebûlkirin. Niha nûçeyên der barê îstîsmara zarokan de qedexe dikin. Ji xwe Tirkiye bi OHAL'ê tê rêvebirin. Piştî ku rûdanek pêş ket nikarin bi qedexeya nûçeyan wê tune bikin. Tenê dikarin wê veşêrin. Ji ber vê yekê ev ne çareserî ne. Ji ber OHAL'ê di lêkolîna daneyên dijital de, hem di sûcên zayendî yên li dijî jinê û hem jî li dijî sûcên din ên li hemberî jinê, dê pirsgirêk derkevin. Dikarin li kolanan tedbîrê bistînin, lê dê li malê çawa tedbîrê bistînin. Îstîsmara zarokan hem di hundirê malê de û hem jî di nava xizman de gelek zêde ye. Ji ber vê yekê divê dewlet polîtîkayên nû pêş bixe. Li gorî min berî her tiştî divê zarok ji bo karibe xwe biparêze bê perwerdekirin. Divê fêr bibe ku kes bêyî vîna wan nikaribin destê xwe bidin wan. 
 
MA /Ruken Demir