Jinan koçberî û tundiya zayendî niqaş kirin

  • jin
  • 17:28 21 Nîsan 2018
  • |
img
STENBOL - Jinên di “Konferansa Tundiya li ser Bingeha Zayendiya Civakî û Jinên di Rejîma Stargehê  û Koçberiyê de ne" kom bûn, pirsgirêkê jinên penaber niqaş kirin. Dîrektora Têkiliyên Derve û Parastina Jinê ya bi Qidem Joan Timoney, got: “Divê em di perspektifa zayendî de li xebatên xwe binerin. 
 
Vakfa Komeleyên Hiqûqnasên Jin ya Şirin Ahmet Tekelî “Konferansa Tundiya li ser Bingeha Zayendiya Civakî û Jinên di Rejîma Stargehê  û Koçberiyê de ne" pêk anî. Konferans li Salona Baroya Stenbolê pêk hat. Gelek jin tev li konferansê bûn. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Filiz Kerestecîoglu, ewil qala jina feminist û siyasetmedar Şirin Tekelî kir û wiha got: “Şîrin Tekellî, di Tirkiye de yek ji zanist û siyasetmedarek jin a navdar bû. Rê li pêş gelek jinên feminist vekir. Ez li vir Başak Alara Karademir jî bibîr tînim. Alara, di beşa hiqûqê ya zaningehê de cih digirt. Şirîn jinek polîtîk bû. Li Tirkiye bi rastî jî jinek femînst bû. Di şer de herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê." 
 
Konferans piştî axaftina vekirinê, bi panela sernavê “Li Welatên Cûda Çîrokên Hevpar: Derfetên Piştevaniyê û Jinên di Rejîma Stargehê û Koçberiyê de" dest pê kir. Guneş Engin pêşkêşiya vê rûniştinê kir. Dîrektora Têkiliyên Derve û Parastina Jinê ya bi Qidem (WRC) Joan Timoney, Endama Komeleya Piştevaniya Jinên Koçber ên Sînornenas û Akademîsyen Emel Coşkun û rojnameger Fariba Nawa, Karkera penaber Pervin Bouzî jî axaftin kirin. 
 
EM BERXWEDANEK MEZIN DIBÎNIN'
 
Ewil Joan Timoney ku xebatê parastina koçberan dike, bal kişand ser parastina mafan û got: “Divê em di perspektifa zayendî de li xebatên xwe binerin. 
Ez xebatên mafê penaberan dikim. Komisyon rêxistina mafparêzan e. Valahi çine. Parastina mafan çawa te kirin. Amûrê alîkariya mirovan çawa tê kirin. Li gorî me tenduristiya zayendî, tundiya li ser bingeha zayende li gorî me mijarê sereke ne. Em li vir berxwedan û hêzekê dibînin. 66 milyon mirov ji cih û warên xwe koç bûne. 21 milyon kes penaber in. Piraniya vana kurevî ne." Timonay, anî ziman ku divê ew li kesên ku ji cih û warên xwe bûne bifikirin û pêwiste der barê penaberan de xebatên cuda peş bixin.
 
PENABERÊN BÊ QEYD BÊ EWLE KAR DIKIN ZÊDE DIBIN
 
Akademisyen Emel Coşkun jî li ser penaberên jin ên li Tirkiye pêşkêşî kir û wiha got: "Li Tirkiye her ku diçe jinên penaber ên ji derve tên zêde dibin. Bi taybetî yên ji Sûriye tên û li vir di şertên xerab de kar dikin zêde dibin. Di salên dawî de penaberên ji Sûriye tên, bê qeyd, bê pergal, bê ewle kar dikin. Ked û mafê wan tê binpêkirin. Niha 356 hezar penaberên Sûriye hene. Ji sedî 22 jin in. Gelek penaber ji Afganistan û Afrika hatine. Jinan wekî hêza keda erzan dibînin û herî zêde wan di kare bê ewle, bê sîgorta û karê malan de dixebitînin. " 
 
Herî dawî rojnameger Fariba Nawa jî wiha got: “Ez li Afganistanê 40 salan rastî binpêkirina şer hatim. Ez jî penaber im. Ev yek ne daxwaza min bu. Ez hem aktîvîst û hem jî rojnameger im. Ji bo ku ez li ser penaberan nuçe çêkim, ez çûm 4 bajarên Tirkiye. Ez li hemberî tacîza li ser jinan pir şaş mam. Jinên ji şer reviya bûn hebûn. Ez bûm şahidê vê yekê.