Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin

  • jin
  • 16:06 19 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - 8 jinên piştî tevlî Meşa Şeva Femînîstan a li Taksîmê ya roja 8’ê Adarê bûn û şûnde xwestin li kargehekê 8’ê Adarê pîroz bikin, rastî tundiyê hatiye. Jinan derbarê bûyerê de serlêdana sûc kirin. 

8 jinên piştî tevlî Meşa Şevê ya Femînîtan a li Taksîmê ya roja 8’ê Adarê bûn û şûnde xwestin li kargehekê vê rojê pîroz bikin, rastî tundiyê hatin. Jinên rastî tundiyê hatin serî li Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Stenbolê dan û civîna  çapemeniyê pêk anîn. Yek ji jinan Ezgî Toptaş metna çapemeniya hevkar a jina xwend û wiha got: “Piştî meşê me xwest em li kargeha binavê Beyrut Nostaljî Kartal a navçeya Kartalê rûnin. Lê xwedîyên kargehê gotin ‘hûn nikarin bi alên Femîna bikevin kargehê.’ Li ser vê yekê hevalên em alên xwe girtin û ketin hûn hindûrê kargehê.  Lê dîsan jî em rastî tundiya devkî û derûnî ya midûr, gargon û xwediyê kargehê hatin. Bi devkî em tacîz kirin. Piştî nîqaş dinavbera me de derket bi awayekê fîzîk êrîşî me kirin.” 
 
Toptaş, da zanîn ku divê qeydên kameraya kargehê bi raya giştî re bên parvekirin û wiha axivî: “Weke duh emê îro jî bêtir nasnameya xwe biparêzin.”
 
Rêvebera ÎHD’ê Leman Yurtsever jî, diyar kir ku wan derbarê bûyerê de serlêdana sûc kirin û ewê şopdarê bûyerê bin.