Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir

  • jin
  • 09:25 19 Adar 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên ji şerê Sûriye reviyan û hatin li Tirkiye bi cih bûn, diyar kirin ku piştî şer ew hatin Tirkiye û bi hatina Tirkiye hem axa xwe û hem jî jiyana xwe winda kirin. 

Jinên helbestvan ên Sûriyeyî ku ji ber şer hatin li Tirkiye bi cih bûn, diyar kirin ku şer hem bandor li ser helbestên wan kiriye û hem jî bandor li ser jiyana wan kiriye û herdu jî hatine guhertin. Jinan diyar kirin ku beriya şer li ser çand, xweza û jiyanê helbest dinivîsandin û piştî şer dest pê kir niha li ser bandora şer ya tundî, koçberî, êrîşên zayendî û zahmetiyên dijî dinivîsin. Mamosteya erebî û helbestvan Hanza Çavuş (29) diyar kir ku beriya şer li Helebê mamosteya bû û bi helbestên xwe dihat naskirin. Çavûş, ani ziman ku beriya şer li ser hezkirin, xweza, zarok û jiyanê dinivîsand, lê piştî şer cewherê helbestên wan hatin guhertin. Çavuş, anî ziman ku li Tirkiye wekî penaber di nava şert û mercên gelek zahmet de dijî û wiha got: "Me axa xwe winda kir. Me jiyana xwe winda kir. Em bi cilên li ser xwe hatin. Kesî kar neda me. Em li Tirkiye rastî neheqiyê hatin. Em bûm mexdûrên şer. Ji ber em ji Sûriye bûn em biçûk didîtin. Em bûm wekî yetîman. Dema mirov ji Sûriye be, hem bi keda erzan û em jî wekî koleyan dixebite. Ev bêtir êşa mirovan zêde dike. Min di helbestên xwe de zor û zahmetiyên li Tirkiye dîtiye nivisand. 
 
'EZ DIXWAZIN ÊDÎ AŞTIYÊ BINIVÎSIM'
 
Çavûş ku li Navçeya Bornova ya Îzmirê dersa erebî die zarokên Sûriyeyî wiha berdewam kir: "3 salin ez mamostetiyê dikim. Ez helbestê xwe li mejiyê xwe dikolim. Li aliyekî xweşikahiya çand û xwezaya Sûriye, li aliyê din, zarokên rastî tacîz û îstîsmarê tên heye. Îro herî zêde jin û zarok zerarê ji şer dibînin. Hêj şer didome. Em êdî şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin dîsa vegerin Sûriye. Em dixwazin vegerin axa xwe û warên xwe."
 
'MIN JIN Û ZAROKÊN DI ŞER DE HATIN KUŞTIN NIVÎSÎ' 
 
Mamosteya erebî ya 27 salî Fatime Narsen a ji şerê Sûriye reviya û hat Tirkiye jî wiha got: "Ez li ser jin û zarokên hatin kuştin helbestan dinivîsim. Hêj dengê teqîna bombeyan ji ber guhê min naçe. Em bi mirinê re dijiyan. Her dem şer, her dem kuştin û her dem mirov perçe dibûn. Min nekarîbû binivîsim. Lê piştre min dît ku ez nenivîsim ez dê nikaribim wan bînim ziman û jîndar bikim. Her çend nivîsandina wan zahmet be jî ez niha jiyana gelê Sûriye dinivîsim. Êş û serpêhatiyên wan dinivîsim. Di şer de jin û zarok hatin kuştin. Min her dem di helbestên xwe de jin û zarokên hatin kuştin nivîsand. Piştî şer biqede em dê dîsa vegerin welatê xwe. Mirov bê ax nikare bijî. Ew axa mirovên li wir dijî ye. Rojekê ez vegerim ez dê têkoşîna mirovên li wir man binivisim." 
 
MA / Ruken Demir-Newroz Surme