'Kiras û fîstan remza Newrozê ne’

  • jin
  • 09:31 16 Adar 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Li terziyên Mêrsînê beriya Newrozê daxwaza ji bo kiras û fîstanan jî zêde bû. Terzîvan Gurbet Gergîn got: “Ji bo jinan cilên gelerî reng û remza Newrozê ne.” 

Jinên kurd ji bo Newrozê amadekariya cilên gelerî dikin. Ji niha ve, li terziyan kar û barê çêkirina cilên gelêrî zêde bûye. Li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîz a Mêrsînê jin diçin terziyan û ji bo amadekariya Newrozê fîstan û kirasan didin dirûtin. Gurbet Gergîn ku li taxê cilên gelerî didirû got ku beriya Newrozê daxwaz û eleqeya ji bo cilên gelerî zêde bûye. 
 
Gergîn da zanîn ku ji biçûkatiya xwe ve terzîvaniyê dike û got: “Dirûtina kiras û fîstanan ji bo min her tim meraq bû. Ji bo ez çanda xwe bidim jiyîn kiras û fîstanan didirûm. Armanca min a sereke ew e, fîstan û kirasên kurdan bi herkesî bidim nasîn.” 
 
‘RENGÊ JINÊ DIDE NÎŞANDAN’ 
 
Gergîn anî ziman ku cilên gelerî di heman demê de çand, dîrok û rengîniya jinê dide der û got: “Ev kiras di çanda jina kurd de xwedî cihekî girîng e. Kiras û fîstan girêdana azadiyê ya jina kurd e. Di rojên mîna 8’ê Adarê û Newrozê de eleqe û daxwaza ji bo cilan zêde dibe. Kiras û fîstan kevneşopiya Newrozê ne. Ji bo jinan cilên gelerî reng û remza Newrozê ne.”