Polîsan tacizê fihêl kir: Eger naxwazî malbata te li ber bikeve gilî neke

  • jin
  • 09:28 15 Adar 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Li Bornovayê, H.S. a 17 salî ku mêrekî ew taciz kir, li emniyetê polîsan jê xwest ku dev ji gilîkirinê berde û gotin: “Eger naxwazî malbata te li ber bikeve, gilî neke.” 

Li Îzmîrê, xwendekara Zanîngeha Îzmîrê H.S. a 17 salî, dema li taxa Mevlana ya navçeya Bornovayê dimeşiya mêrekî nasnameya wî nediyar ew taciz kir. Li gorî gotina H.S.’yê di 21’ê Çileyê de dane êvarî dema diçû malê, li paş Navenda Alvêrê ya KÎPA’yê kesekî nasnameya wî nediyar êrîşî wê kir. Dema ew kes êrîşê wê kir, H.S. xwe parastiye û xwe jê xelas kiriye. Dema roniya telefona H.S. pê dikeve êrîşkar ditirse û ji cihê bûyerê direve. 
 
H.S. got piştî ku êrîşkar reviya ew demildest li polîsan geriyaye. H.S. anî ziman paşê polîs hatine cihê bûyerê, bi îhtimala ku êrîşkar li derdorê ye, polîs hinekî li derdorê geriyane û paşê li kamerayên karghên li derdorê nêrîne. H.S. anî ziman ku paşê polîsan ew biriye qereqoleke nêzî cihê bûyerê û polîsan jê xwestiye bi awayekî hûrguliyane cihê bûyerê bibêje. H.S. diyar kir ku hîn kar û barên îfadeyê neqediyabûn, polîsan jê cihê bûyerê pirsîne. H.S. got: “Nizanim behsa kîjan pirê dikirin, lê gotin ‘eger tu li vê hêla pirê bî em dinerin, lê li hêla din bî qereqola din lê dinere.’ Der barê bûyerê de tiştek nepirsîn, tenê der barê cih de pirsîn. Di ser guhên xwe re diavêtin. Çimkî ji liv û tevgerên polîsan diyar bû ku ji derûniya mirovan fêm nakin. Polîsek li ser piya cixarê dikişand got, ‘tacizî te kirine.’ Wê kêliyê ev yek bandor li ruhê min kir. Paşê fêm kirin ku ez bi vê gotinê aciz bûme û gotin, ‘Gotin avêtine te.’” 
 
H.S. anî ziman ku wê birine Emniyeta Bornovayê û li wir îfadeya wê hatiye wergirtin. H.S. diyar kir ku ji ber di nasnameyê de di biniya 18 salan de bûye, xwestina gazî malbata wê bikin. H.S. bi lêv kir ku polîsan jê re gotiye: “Heqekî te yê tu gilî bikî tune ye, heta malbata te neyê tu nikarî gilî bikî.” H.S. diyar kir ku polîsan jê re gotiye ew nikarin garantiyê bidin ku dê êrîşkar zevt bikin an na. H.S. destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye “Eger naxwazî malbata te li ber bikeve, gilî neke” û bi vî awayî jê xwestine ku dev ji gilîkirinê berde. H.S. diyar kir ku cihê ku êrîş lê hatiye kirin cihekî tarî ye û hîn jî ji bo jinan cihekî talûke ye û got: “Ji ber ku ez nebûm gilîdar wijdanê min nerihet e. Ji ber ku min gilî nekir, kesê êrîşî min kir û gelekên mîna wî li derve digerin.”