‘Heya ku Yêzîd hebin dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin’

  • jin
  • 09:35 14 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Endama DÎK’ê Hatîce Kavran, bertek nîşanî êrîşên li ser bedena jinan da û got: “Heya ku Fir’ewn û Yêzîdiyan hebin, dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin. Yek ji Misilmanên Dijkapîtalîst Hediye Yolcu jî, got ku hişmendiya serdest, di şer de bi teşhîr kirina bedena jinê dixwaze peyama “Em bi hêzin” bidin.  

Şerê li Efrînê di roja 54’an de berdewam dike. Di êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO de ji 250’î zêdetir welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Gelek jin û zarok bûn hedefa topbaran û bombebarên TSK’ê. Cardin leşkerên TSK û komên OSO êrîşî cenazeyên YPJ û YPG’iyên di şer de jiyana xwe ji dest dane, kirin.  Yek ji Misilmanên Dijkapîtalîst Hediye Yolcu û Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ê Hatîce Kavran, derbarê şerê li ser bendena jinê tê birêvebirin nirxandin. 
 
‘DIXWAZIN TÊKOŞÎNA JINÊ BIÇÛK BIXIN’
 
Yolcu, diyar kir ku teşhîr kirina bendena jinê, hêmana hêza xwe nîşan dane û wiha axivî: “Hişmendiya serdest , di şer de bi teşhîrkirina bedena jinê dixwaze peyama ‘em bi hêzin’ bide.  Ji bo kêmxistina têkoşîna jinan, bedena xwe mîna çekan bikar tîne. Ji ber ku bedena jinê weke namûs tê dîtîn, dixwazin bi vê rêbazê bedena jinê biçûk bixin. Ji ber ku bedena jinê ya tê teşherî kirin, hem namusa wê û hem jî canê wê diçe.”
 
Yolcu, anî ziman ku divê exlaqê şer jî hebe û wiha got: “Gava kesek di şer de dimire, hikmê li ser wê radibe. Ji bo wî/wê kesê êdî şer qediyeya. Li gorî Îslamiyetê, gava kesek dimire divê cenazeyê wî/wê bdin malbatê. Exlaqekê ku mirov her  tişt li dijmin bike tuneye. Di Îslamiyetê de mînaka vê yekê tuneye.”
 
‘TEHEMÛLÊ ŞERKIRINA JINAN NAKIN’
 
Yolcu, da zanîn ku hişmendiya serdest di têkoşîna bi çekê de naxwaze jinan bibîne û wiha bilêv kir: “Li gorî wan di jiyana civakî de cihê jinan tuneye. Cih nadin jinan. Naxwazin li tu cihî jinan bibîn in. Dixwazin jin tenê di malê de bin. Li malê jî bav, hevjîn û bira hene. Ji ber vê yekê cardin jin dikeve bindestê hinekan. Jinên ku bi serê xwe kar dikin, wan dixin nava fikaran. Jineke cihê xwe di têkoşînê de digere, bi vîna xwe beşdarî şer dibe. Tehemulê vê yekê nakin û hewl didin têk bibin. Li gorî xwe jinên tevlî karê zilam dibin ceza dikin.” 
 
‘ÎŞKENCE LI CENAZE KIRIN, JI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Endama DÎK’ê Hatîce Kavran jî, diyar kir ku îşkence li cenazeyan kirin ji derveyî mirovahiyê ye û wiha axivî: “Ên ku îşkenceyê dikin bê wijdan û ji mirovahiyê para xwe negirtin. Wijdan û aqlê mirovan, du hêmanên bingehînin ku mirovan ji lawirên hov cûda dike. Di şerê serdema Hz. Muhammed de bihêlin îşkece kirina cenazeyan, mualeya xerab li kesên dîl girtî nedikirin. Ev yek qedexe bû.”
 
‘LI ŞÎNA BAWERIYÊ PÎROZIYA DESTHILATDARIYÊ CIH GIRTIYE’
 
Kavran, da zanîn ku li şûna pîroziya baweriyê, pîroziya desthilatdariyê cih girtiye û wiha bilêv kir: “Li şûna ola Îslamê, yên ku ola desthilatdariyê kirine ola xwe, fermanên wê pêk tînin û ji bo desthilatdariya xwe berdewam bikin, çi pêwîste wê dikin. Teşhîr kirina bedena jinê, hêmana acizbûna xwe ya li dijî têkoşîna jinê nîşan didin. Bi îşkenceyên li ser benda jinê dixwazin tirsê di civakê de ava bikin.”
 
DÊ BERXWEDANA JINÊ TIM HEBE
 
Kavran, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Hişmendiya Yezîd û DAIŞ’ê hemû kirînên xwe dikin malê Îslamiyetê. Lê hemû pêkanînên wan li dijî pirtûka pîroz a Îslamiyetêne. Ji ber ku armanca wan a tekane desthilatdariye. Jinên têkoşer, ên jiyana xwe ji dest dane jî dê berxwedana wan berdewam bike. Dê tu zilam berxwedana jinan têk nebe. Heya Fir’ewn, Asiyan û Yêzîdiyan hebin, dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin.”