Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin

  • jin
  • 09:27 14 Adar 2018
  • |
img

STENBOL- Derhênerên îranî, tûnûsî û kanadayî diyar kirin ku çêkirina fîlman a jinan çalakiyeke polîtîk e û gotin: “Em bi fîlmên ku dikişînin hebûna jinan nîşan didin.” 

Mîhrîcana fîlmên Jinan a Fîlmmorê ya 16’emîn ku di 10’ê Adarê de li Stenbolê dest pê kir didome. Wê mîhrîcan heta 17’ê Adarê berdewam bike. Di mîhrîcanê de gelek nimûneyên sinemaya femînîst tên nîşandan. Derhênera tûnûsî Sarra Abîdî ku bi fîlmê xwe yê bi navê “Benzîn”, derhênera kanadayî  Lûlû Keatîng ku bi fîlmê xwe yê bi navê “Kemaxên Xwe Bihejîne Lûlû” û derhênera îranî Roqiye Tavakolî ku bi fîlmê xwe yê bi navê “Dayiktî” tev li mîhrîcanê bûn, behsa sînemaya jinan û derhênerên jin kirin. 
 
Derhênera kanadayî Lûlû Keatîng diyar kir ku bi çavê jinan vegotina çîrokan girîng e û got: “Hem li Kanadayê hem jî li Tirkiyeyê piraniya tiştên em temaşe dikin, ji aliyê mêran ve tên vegotin. Halbûkî ji sedî 50’yê çîrokan ji jinan pêk tê. Ji ber vê vegotina jinê girîng e.” Keatîng, bi lêv kir ku li Kanadayê rêjeya fîlmên ku ji aliyê jinan ve tên nivîsandin û derhêneriya wan tê kirin ji sedî 17 ye. Keatîng got: “Bi salan e em di warê civakî de têdikoşin.  Û di vî warî de bi ser dewletê de diçin. Tu uzrekî saziyên dewletê tune ye ku bi awayekî wekhev derfetê berpêşî jinan neke. Bi têkoşîna jinan ev rêjeya ji sedî 17 ber bi rewşeke hîn baştir ve diçe.”  Keatîng got ger jin di warê weşangeriyê de pirbûyînekê bidin der jî dîsa yên li ser serê wan mêr in û got: “Biryara dawî mêr didin. Di fîlmên metrajdirêj de jî derhêner jin bin jî, li ser serê wan mêr hene. Yanî di vî warî de kêmasiyeke temsîlî heye.” Keatîng destnîşan kir ku divê jin hemû derfetên xwe bi kar bînin û kişandina fîlman bidomînin. 
 
‘FÎLM AWAYEKÎ BERXWEDANÊ YE’ 
 
Derhênera tûnûsî Sarra Abîdî jî destnîşan kir ku çêkirina fîlman a jinan tiştekî polîtîk e û got: “Ez dizanim fîlman çê bikim û bi saya fîlman ez dibêjim ‘aha ez wisa cîhanê dibînim û siyasetê dikim’ û bi vî awayî di warê pirsgirêkên jinan de awayê axaftinê derdixînim holê. Bi fîlmên dikişînim hebûna jinê nîşan didim. Ji bo pêkanîna hebûna jinê, hem sektora sînemayê hem jî wek awayekî berxwedanê tiştekî ku dikare cîhanê biguherîne.” 
 
Her wiha Abîdî bal kişand ser rewşa jinên tûnûsî û destnîşan kir ku ew şervanên rasteqîne ne. Abîdî got: “Wekî jinên tûnûsî li Rojhilata Navîn û cihana erebî de pozîsyoneke me ya taybet heye. Mafê hilbijartin û hilbijêriyê, beriya jinên fransî yek ji wan mafan e ku jinên tûnûsî  bi dest xistine. Ji bo di jiyana rojane de jin bên temsîlkirin hîn jî em têdikoşin. Demek berê li dijî şideta jinê hin qanûna hatin çêkirin. Ya girîng ew e ku li her qadên jiyanê jin û mêr wekî hev bin.” 
 
‘LI ÎRANÊ JINÊN SERKETÎ TÊN ASTENGKIRIN’ 
 
Derhênera îran Roqiye Tavakolî jî anî ziman ku ji bo fîlman çê neke gelek kes bi ser wê de hatine û got: “Li Îranê piraniya girseyê oldar in. Di fikra kesên rewşenbîr de jî nêrîneke oldarî heye. Li Îranê di tevgerên çepgir de jî der barê jinan de kes ne xwedî fikrên rewşenbîrî ye. Li gorî wan divê mafên jinan sînordarkirî bin û divê ev mafên sînorkirî jî di bin banê tevgereke kontrolkirî de bin.” 
 
Tavakolî bi lêv kir ku dema ew fîlman dikişîne ji tu hêzê sûdê nagire û got: “Wekî jinekê li gel hemû zor û zehmetiyan jî min fîlmê xwe kişand. Li bajarê xwe ez hîndekar im. Ji xwendekarên xwe yên keç re jî dibêjim hûn dikarin bi derfetên xwe fîlman çê bikin. Xwendekareke min a keç tevî vê avaniya kevn û kevneşopiyî jî fîlmê xwe çê dike. Ez mirovên ku ji vê rewşê girlîdar in jî wekî kesên lawaz şîrove dikim. A girîng ew e ku mirov bibêje dikarim tiştekî bikim. Ev dirûşmeya min e.”