Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir

  • jin
  • 09:29 13 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Kayuş Çalikman Gavrîlof, bal kişand ser girîngiya berxwedana jinan a li dijî êrîşên li ser Efrînê û got: “Îro jinên Kurd, ereb, suryan û ermenî li Efrînê mil bi mil şer dikin. Ev yek Tirkiye dîn û har kir.”   

Şerê li Efrînê di roja 53’yan de berdewam dike. Kayuş Çalikmaan Gavrîlof a wergervana xebatên arşîva li ser çanda ermeniyan û di qada jinê de lêkolînan dike, pirsgirêkên jinên li Tirkiyeyê dijîn û rola berxwedana jinan a li Efrînê nirxand.
 
Gavrîlof, diyar kir ku zêdebûna tundiya li ser jinan ne surprîz e û wiha axivî: “Bi salane jin dengên xwe derdixin, ji bo vê pêvajoyê derbas bikin.  Bi qanûna dixwazin dijminantiya li hemberî jinê bixin pratîkê. Qanûn hatine derxistin, niha  ferzî jinan dikin. Dibin navê îstîhdamê de polîtîkayên hepiskirina malê ferzî jinan dikin. Di vê pêvajoyê de mafên hatine qezenc kirin, dixwazin paşve bixin.”
 
‘JIN JI BER NASNAMEYA NÎJADÎ JÎ RASTÎ ÊRÎŞAN TÊN’ 
 
Gavrîlof, jin ji ber nasnemeya xwe ya nîjadî jî rastî êrîşan tên û wiha bilêv kir: “Hevaleke min a kurd a elewî, bi şev gava ji kar derdikeve rastî tacîza devkî ya zilamekî tê. Zilam hevoka tê zanîn a ‘Madem ku tu ermeniyî’ bi kar tîne. Ev hevok pir zora wê diçe û bi vê gotinê fam dike ku ger ev gotin ji ermeniyekê re bê gotin ka dê çi hîs bike. Ev ji bo hemû jinan derbasdar e.”
 
‘MÎLÎTARÎZM TUNDIYÊ ZÊDE DIKE’
 
Gavrîlof, da zanîn ku di bingeha êrîşên li ser jinan de hişmendiya dewletê heye û wiha bilêv kir: “Bi şerê mezin dibe mîlîtarîzm jî pêş dikeve û tundî zêdetir dibe. Zimanê zayendîperest ê medyayê jî vê pêvajoyê mezintir dike. Gotina ‘terorîstên etegan li xwe dikin’ nefreta li dijî jinê di nava xwe de dihewîne.” 
 
‘JINÊN KURD, EREB Û ERMENÎ LI EFRÎNÊ MIL BI MIL ŞER DIKIN’
 
Gavrîlof dest nîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê dijwartir dibin û wiha domand: “Şer nêzî navenda Efrînê bû. Berxwedaniya jinan a li Efrînê pir girîng e. Îro li Efrînê jinên Kurd, ereb, suryan û ermenî mil bi mil şer dikin. Dibe ku ev yek Tirkiyeyê dîn û har dike. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Me ev rastî dît û em dibînin.”
 
‘LI EFRÎNÊ JIN LI BER XWE DIDIN’
 
Gavrîlof, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em mînakên jinên fedayî yên ermeniyan ên salên 1915’an dibînin. Li wê derê bi tenê bûn û bi tena serê xwe şer dikirin. Lê niha li Rojava hemû jin şer dikin. Heman fikarên wan hene û daxwazên wan jî yek in. Ev cihê şanaziyê ye. Dewlet weke rêveberî guherî, lê hişmendiya wê qet neguherî. Ji ber vê yekê zext jî bi dawî nabin. Berî sed salan tiştên bi serê ermeniyan anîn, îro jî li Efrînê heman rewş xwe dide der. Têkoşîna jinan a li vê derê pir girîng e. Îro jin li Efrînê li ber xwe didin û dê bi ser bikevin.”
 
MA / Necla Demîr