N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye

  • jin
  • 09:21 12 Adar 2018
  • |
img

ÎZMÎR -  N.Y.A., ya rastî îstîsmara zayendî ya B.A. hat, diyar kir ku ji ber B.A., serbest hat berdan ewlehiya wê tune û jiyana wê di talûkeyê de ye. N.Y.A., diyar kir ku ew naxwaze wekî Helin Palandoken bê kuştin û wiha got: "Dema ez bêm kuştin jî dê bêjin bi riza wê bû. 

Jina bi navê N.Y.A., di 1'ê Cotmeha 2017'an de li Kocaeliyê rastî êrîşa zayendî ya B.A. (19) hat. N.Y.A., piştî rastî tacîz û êrîşa zayendîya B.A. hat dîsa di bin gefê wî yê kuştinê yên wekî “Ez dê te bikujim. Xatirê xwe ji her kesî bixwaze" tê. N.Y.A. hem rastî gefên B.A. û hem jî rastî telefonê hevalên B.A tê. N.Y.A., ji ber rastî êrîşên zayendî hat, di 23'ê mijdara 2017'an de li Qereqola Polîsan a Uçkuyular gilî kir. Polîsan pşitî îfadeya N.Y.A. girt diyar kirin ku dê dozgeriyê agahdar bikin. Lê tevî demek dirêj derbas bû heta niha der barê B.A. de tu tit nehatin kirin. N.Y.A., anî ziman ku piştî der barê B.A. de gilî kir, dozgeriyê îfadeya B.A. girtin û dîsa ew serbest berdan û hêj tu gav nehatine avêtin û jiyana wê di talûkeyê de ye.
 
N.Y.A., anî ziman ku ew naxwaze wekî Helîn Palandoken bê kuştin û wiha got: "Ez pir bi fikar im. Ez her dem bi tirs tev digerim û li dora xwe dinerim. Ez naxwazim piştî ez hatim kuştin li pey min bêjin "Bi riza xwe hat kuştin." 
 
MA / Ayşe Surme - Ruken Demir