Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn

  • jin
  • 13:15 9 Adar 2018
  • |
img

AMED - Fermandara YJA Starê Hulya Eroglu (Delal Amed) ku hêj 5 salî bû çû dibistana seretayî û berî her kesî fêrî xwendin û nivîsandinê bû, di hemû qada jiyana xwe de pêşengî kir. Delal Amed, 3 sal berê peyama 8'ê Adarê di 8'ê Adara 2015'an de dabû û gotibû "Em di her qadê de bihara jinê dijîn." 

Duh tevî hemû astengî û zextan bi deh hezaran jin li Tirkiye daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jin bi peyam, reng û nasnameya xwe daketin qadan û sekna xwe nîşan dan û bihara jinan geş kirin. 3 sal berê Fermandara YJA Starê Hulya Eroglu (Delal Amed), beriya di êrîşa hewayî de tevî 12 hevalên xwe jiyana xwe ji dest bide herî dawî tev li pîrozbahiya 8'ê Adara 2015'an bûbû û gotibû "Em bihara jinan dijîn û bal kişandibû ser giringî û wateya 8'ê Adarê. 
Rojnameya Welat bi minasebeta 8'ê Adarê îro di rajnameya xwe de bi îmzeya Kadrî Esen – Rohat Ararat cih dan jiyan û têkoşîna 25 salan a Delal Amed. 
Rojnameya Welat çîroka Delal Amed ji xwişk û birayên wê Mesut Eroglu û Oya Eroglu guhdar kirin.  
 
Delal Amed, di 12’ê kanûna 2017’an de bi 12 hevalên xwe re di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Delal Amed, hêj 5 salî bû çû dibistana seretayî û berî her kesî fêrî xwendin û nivîsandinêbû. Piştre di hemû qadên jiyanê de her dem bi pêşengiya xwe hat nasîn. Di 25 salên di nava PKK'ê de de jî di nava gelek xebatên cur be cur de cih girt.
 
Bi hezaran jinên ciwan bi bîr û baweriyeke mezin perwerde kirin û tev li nav YJA Starê kir. Ji ber vê yekê jinên kurd ku îro li her derê li dijî neheqî û zilmê têdikoşin û destkeftinên mezin bi dest dixin, deyndarên keda Delal Amed in. 
 
HÊJ 5 SALÎ BÛ DEST BI DIBISTANÊ KIR
 
Delal Amed, di salên xwe yên têkoşînê de peywirên weke Endamtiya Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê girt û bi awayekî canbexşane ji bo azadiya jinên kurd û axa xwe têkoşiya. Delal Amed herî dawî di sala 2017’an jî bi wezîfeya Fermandariya Herêma Botanê ket rê.  Delal Amed di gulana 1975’an de ji dayik bû. Biçûka malbatê bû. Di 4 saliya xwe de bavê xwe winda kir. Dema bavê wê mir, ew roj bi saetan giriya. Delal Amed ji ber ku biçûka xwişk û birayan bû, bavê wê jî gelek jê hez dikir. Salek piştî mirina bavê xwe di 5 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Înonuyê dest bi dibistanê kir. 
 
HEVALÊN WÊ HERÎ ZÊDE JI WÊ HEZ DIKIRIN
 
Amed, li dibistanê beriya her kesî hînê xwendin û nivîsandinê bû. Piştî dibistana seretayî li Dibistana Navîn a Merkezê qeyda xwe çêkir û dest bi xwendina dibistana navîn kir. Lîse jî li Lîseya Diyarbakir xwend. Di lîseyê de pir serkeftî bû. Her sal teqdîrname û spasname wergirt. Piştî van serkeftinên xwe di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê beşa avahîsaziyê qezenc kir. 
 
Delal Amed, li taxeke pir reng û pir zimanî ji dayik bû. Pir ji Pabyona xirîstiyan hez dikir. Gelek ji govendê hez kir. Di salên xwe yên lîseyê de bi hevalên xwe re komeke şanoyê ava kir. Bi koma xwe ya şanoyê re diçû gelek dawetan û ser govend bû. Bi koma xwe ya şanoyê re di dewetan de ji xeynî govendê serpêhatiyên kurdan dikir lîstik û pêşkêşî gel dikir. 
 
HER DEM DI SERÊ GOVENDÊ DE BÛ
 
Delal Amed, yek ji dawetên ku sergovendî kir, deweta Welat Şehmus Kaya (Hebûn) û Jiyan Amed bû. Dewet li taxa Alîpara Rezanê çêkiribûn. Delal bi dayika xwe Hewa re beşdarî dewetê bûbû û ketibû serê govendê. Hebûn û Jiyan Amed di 15’ê tebaxa 1991’an de şeva findên wan tên gerandin û destê wan tê hinekirin, deweta xwe dikin deweta tevlêbûna PKK’ê û bi hemû xelatên ku bi wan hatine vekirin re tev li gerîla bûn. Delal jî tevî Welat û Jiyan tev li gerîla bû. Piştre ev dîlana Hebûn û Jiyan bi hevalên xwe re kir lîstika şanoyê û vê serpêhatiyê bi şanogeriya xwe anî ziman. 
 
Delal Amed di salên xwe yên zanîngehê de tevgerê bi kovarên Ozgur Halk û Serxwebûnê nas kir. Dest bi xebatên xwe yên şoreşgerî kir. Li zanîngehê beşdarî gelek çalakiyan bû. Pêşengtiyê ji gelek meş û çalakiyan re kir. Di salvegereke komkujiya Gurgumê de hat binçavkirin. Di salên zanîngehê de, çend hevalên wê ji aliyê kontrayan ve hatin birîndarkirin û kuştin. 
 
ÇÛ ŞAMÊ 
 
Delal Amed piştî bi çavên xwe hovîtiya li dijî hevalên xwe dît, baweriya wê bi xwendina perwerdeya pergalê nema. Di 17’ê nîsana 1993’yan de roja ku Serokkomarê wê demê Turgut Ozal mir. Ji zanîngehê rast rast bi komeke hevalên xwe re tev li nava PKK'ê bû. Piştre ji bo perwerdeyê çû Şamê cem Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Çend mehan ji Ocalan perwerde girt. Di bingeha Şoreja Rojava ya îro ku li cîhanê deng vedaye de jî cih girt. Bi qasî 2 salan li Qamişlo, Kobanê û Efrînê ma û tev li xebatên rêxistinbûna gelê Rojava bû. 
 
Delal Amed di sala 1996’an de ji Rojava vegeriya Bakurê Kurdistanê û ji bo peywirekê bi qasî çend rojan hat Amedê. Piştre çû Dêrsimê. Dewletê hatina Delal bihîst û gelek caran bi ser malbata wê de girt. Birayê wê Mesut û xwişka wê Oya binçav kirin. Mesut û Oya bi rojan di binçavan de man. 
 
KALÊ WÊ LI SER XETÊ HAT KUŞTIN
 
Kalê Delal Hecî Evdal salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê bi hevjîna xwe Hecî Xecê re li gundê Bernişt ê Şemrexa Merdînê dijî. Li gund bûyerek çêbû û kesek hat kuştin. Gundî kuştina vî kesî xistin sûtiyê Hecî Evdal. Hecî Evdal ji ber bûyera gund tevî malbata xwe koçî Qamişloyê kirin. Hecî Evdal piştî çend salan li ser sînorê binxet û serxet ji aliyê leşkerên Tirkiye ve hat kuştin. Li ser vê yekê hevjîna Hecî Evdal Hecî Xecê piştî salên dûr û dirêj, bi 6 zarokên xwe re careke din vederiya Amedê û li Çinara Amedê bi cih bû. Bav û dayika wê Teyfîq Eroglu û Hewa Eroglu (Meryem) di salên 1970’yî de ji gundê Hicetê koçî taxa Bayrampaşa ya Sûra Amedê kirin. 
 
BIHARA JINÊ YE
 
Di sala 2015'an de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coşeke mezin hatibû pîrozkirin. Bi sedan endamên YJA Starê tevli vê pîrozbahiyê bûbûn. Bi rojan amadekariyên 8'ê Adarê kirin. Di vê pîrozbahiya ku bi merasîmeke leşkerî ve destpêkiribû fermandara YJA Starê Delal Amed peyamên gelek girîng dabûn û diyarkiribû ku ew li her derê bahara jinê dijîn."