Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike

  • jin
  • 09:19 9 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê di 10'ê Adarê de bi atolyeya fîlmên kurt dest pê bike. Kordinatora Filmmor Melek Ozmen, diyar kir ku di atolyeyê de jinên ku reng û rûyên sinemayê biguherîne cih digirin. 

Mîhrîcana Fîlmên Jinan a 16'emîn a Fîlmmorê ya Navnetewî, di 10'e Adarê de bi atolyeya fîlmên kurt dest pê dike. Wê atolye meh û nîvekê bidome. Atolyeya fîlman dê bi çîroka beşdarvanan 4 fîlm bên çêkirin. Wê jin li hemberî binpêkirina objektîfa jinan li atolyeyê bên gel hev û hilberînin. 
 
Koordinatora Fîlmor Melek Ozman, der barê xebatên atolye û mihrîcanê de diyar kir ku mihrîcan ji bo wan qada bi hêzkirin û şêwirmendiyê ye û wiha got: 
Di 10'ê Adarê de starta 16'emîn Mihricana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê a Gerok dest pê dike. Ewil dê li Navenda Çandê ya Fransiz  a Taksîmê dest pê bike. Dê mehekê jin bên li vir li hev kom bibin û têkevin nava şêwirmeniyê. Bi sedan ziman û dehan pisporên sînemayê dê li vir bigêjin hev. Dê 48 film, panel, forum, atolye û gotubêş bên pêşandan. 
 
‘JINÊN RÛYÊ SÎNEMAYÊ BIGUHERÎNÎN DÊ CIH BIGIRIN
 
Ozman, ani ziman ku bi piştevaniyê ev mihrîcan derket holê û wiha got: “Jinên ku filmê dixwestin temaşe bikin û nedihatin bajar, li hev kom bûn. Fikrên xwe parve kirin û kirin fîlm. Fîlmên kom kirin jî di vê mihrîcanê de anîn cem hev. Mirov dikare bêje sinemaya Feminist rasttir e. Mihrîcana Fîlmên jinan bûye wekî kevneşopiyekê. Tevgera Pêla duyemîn navkî wisa lê kiriye. Jin wekî her qadê, di qada sînemayêde jî dixwazin reng û rûyekî nû yê jinê bidinê. Jinên ku reng û ruyê sinemayê biguherînin me di 16'emin mihrîcana Fîlmên Jnan a  Filmmorê de li hev kom kirine. Jin dê li vir bêtir di nava şêwirmendiyê de bin û dê hêzê ji hev bigirin. Ev der dê bibe qada hêz û şewirmendiyê. Li Tirkiye hêjmara jinên derhênre ji sedî 10 e. Wekî gelek qadan di qada sînemayê de jî mêr hêj serdest e. Ji ber ku di sînemayê de aborî û hêza polîtîk serdest e. Ji ber vê yekê zêde kar bi destê jinan de bernadin. 
 
BILA EV BIHARA MIHRÎCANÊ YA JINAN BE
 
Ozman, xwest ev bihara mihrîcanan ya jinan be û wiha bi dawî kir: "Rola ku di nava civakê de hatiye diyarkirin li ser jinê ferz dikin. Me li dijî vî halê jinê îtîraz kir û em di vê atolyeyê de hatin cem hev. Sinema çi dike? Sînema em anîn cem hev û bû pira ku em li hev guhdar bikin û bi hev bişêwirin. Bû qada ku em cerebeyên xwe bi hevre parve bikin. Ji ber vê yekê ev mihrîcan bi qîmet e. Ji ber ku jin bi hevre xwe bi ewle hîs dikin. Em bi hevre û li cem hev bi ewle ne. Ji ber vê yekê mihrîcan dê pêşerojek bi ewle û xweşik diyarî jinan bike. Em hevî dikin ku ev mihrîcan ji bo jinan bibe moral û bihar. 
 
MA / Necla Demir