Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin

  • jin
  • 14:08 23 Sibat 2018
  • |
img
DERSIM – Jinên CHP’î yên Dersimê îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin û xwestin saziyên zemînê ji îstîsmarkirinê diafirînin bên girtin û cezayê îstîsmarkaran bên zêdekirin. 
 
Endamên Baskê Jinan ên Rêxistina CHP’ê ya Dersimê têkildarî îstîsmarkirina zayendî ya zarokan li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Jinan dovîzên “Dawî li îstîsmara zayendî bînin” hildan û dirûşmeyên bi vî rengî berz kirin. Seroka Baskê Jinan a CHP’ê ya Dersimê Sakîne Çetîn diyar kir ku berpirsyara ewil a hikûmetê ew e ku zarok bi ewlehî bên mezinkirin û lê her roj bi îstîsmarkirinek nû ya şiyar dibin. 
 
‘ÎSTÎSMAR SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Çetîn anî ziman ku hikûmet di mijara têkoşîna li dijî îstîsmarkirinê de ne ji dil e û got: “Bila cezayê îstîsmaran bê zêdekirin. Divê saziyên ku zemînê ji îstîsmarê re diafirînin bên girtin. Îstîsmar sûcê mirovahiyê ye. Em ê bibon şopdarê dozên îstîsmarê.”