Şertê pêşîlêgirtina îstîsmara zarokan perwerdekirina dadger û dozgeran e

  • jin
  • 11:31 23 Sibat 2018
  • |
img

MÊRSÎN  - Endama Rêvebera Komeleya Têkoşîna bi Îstîsmara Zarokan re (UCİM) Prz. Burcu Duzen, diyar kir ku dosyayên îstîsmarê qadek pir taybet e û wiha got: "Divê li her bajarî dadgehên Îhtisasê bên avakirin. Dîsa divê di perwerdehiya  dadger, dozger û parêzeran de edaleta dostaniya zarokan pêş bixin. 

Mamoste Saadet Ozkan, piştî li navçeyae Menderesê ya Îzmirê, îstîsmara ku midûrê dibistanê li dijî 6 zarokan pêk anî, ronî kir û midûr derxist pêşberî darazê, komeleya ku armanc dike rê li pêş îstîsmara zarokan bigire ava kir. Komeleya Têkoşîna bi Îstîsmara Zarokan re (UCÎM) a di rêveberiya wê de parêzer, akademisyen, karsaz jî hene û li Mêrsînê hat avakirin, armanc dike ku di qada civakî de tekoşînê xurt bike û rê li pêş îstîsmara li ser zarokan tê meşandin bigire. Endama Rêvebera UCÎM'ê  Prz. Burcu Duzen, diyar kir ku dosyayên îstîsmarê qadek pir taybet e û wiha got: "Divê li her bajarî dadgehên Îhtisasê bên avakirin. Dîsa divê di perwerdehiya  dadger, dozger û parêzeran de edaleta dostaniya zarokan pêş bixin. Duzen anî ziman ku di van perwerdehiyan de di pada hiqûqê de mafên zarokan, di qada hiqûqa ceza de îstîsmara zarokan û cezayên wan û milê tipa edlî yên îstîsmarê niqaş dikin. Duzen, anî ziman ku li ser mijara di milê edaletê de dikarin çi bikin û çareseriyek çawa peyda bikin niqaşan pêş dixin. Dazen, destnişan kir ku dê bi atolyeyên ku ava bikin jî li ser naskirina bedena zarokan û mafê zarokan perwerde bidin. 
 
Duzen, anî ziman ku piştî komele ava kirin gelek kesên rastî îstîsmarê hatin serî li wan dan û wiha got: "Zarokên rastî îstîsmara zayendî tên, zarokên mafê wan ê aborî tê xwarin û zarokên rastî tundiyê tên tev serî li me didin. Zarok ji her beşan cuda rasatî tundî û îstîsmarê tên. Kesên serî li me didin em di milê hiqûqî, aborî û derûnî de piştgiriyê didin wan. Li ser vê mijarê em xwe digînin malbatên wan û hevdîtinan bi malbatê re dikin. Bandora îstîsmarê li ser zarokan cuda cuda xwe dide der. Ger ku li dijî zarokên rastî îstîsmarê hatine nêzîkatiyek şaş pêş bikeve dê travma derbas bikin. "
 
Prz. Duzen, destnişan kir ku ew dixwazin ewlehiya zarokan biparêzin û civakê li hemberî vê yekê zane û hestiyar bikin û wiha bi dawî kir: "Dosyayên îstîsmara zarokan mijarek taybet û pisporiyê dixwaze. Bi taybetî zarokên rastî îstîsmarê tên divê çîroka wan bê esasgirtin. Divê kesên pispor piştgiriyê bidin vê yekê. Ji bo dozên îstîsmarê divê li her bajarî Dadgehê Îhtisasê bên avakirin.  Dîsa divê di perwerdehiya  dadger, dozger û parêzeran de edaleta dostaniya zarokan pêş bixin.  
 
MA / Nurhan Kuzu